Pirojê zinara erebî ji 1962-2008

  Selah Beyro

   Bê goman guhdarên rewşa mafên mirovan ,û rewşa netewên jêr destî rijêmên giştî li roj hilata naverast,wê corên sitemkarî û şêweyên têkçûna mafên mirovan yên bingihî bi bînê nemaze li sûrîya ,ku pirojê zinara erebî yek ji wan têkçûnane,   lewra me hewil da ku em bi kurtî ronîyê berdine ser destpêka vî pirojê regezperist û serdema hebûna gelê kurdî dîrokî li vê cugrafîya piçûk ji cugrafîya kurdistana mezin
li gor dîrok nivîsan hebûna kurdan li herêma hisiça(cizîrê)  vedgerênine berîya çerxê empiratorîa mîdî ya belav biwî li seraserî cizîrê û girêdana wanî dîrokî bi vê xakê ve û ev mileteke ji ezel ve li ser xaka xweye ya dikevê bakur û roj hilatî komara sûriya,li ser sînorê komara îraq û turkiya yên kurdistan dagirkirin û dîsan tê zanîn ku ji berî û piştî komara kurdî ya mîtanî ku paytextê wê serê kanîyê (ras al eyn) bû, û zêdebarî cî grtina wan li hin deverên din sûriya mîna,reqayê-kobanî,li helebê taxa Şêx meqsûd ,û eŞrefîyê,û bajarê efrîn, û li şasmê taxa rikin eldîn,û meza çiyê,û bil ji yên bûne ereb.
Hijmara kurda 15% li sûriya ,û hijmara wan bi giştî/3/milyon û /250,000/n,û netewa diwemînin li sûrîya têne pejrandin.
Piştî peymana (saykis pîko)kurd weku miletê din ji miletê sûrî ma dibin desthilata Fernsî de û miletê kurd mil bi mil bi miletê sûrî re bi ser kêşîya sembolên xwe yên wê ser demêmîn:Birahîm henano û Ehmed beravî û Yûsiv     Al Ezma sûriya ji desthilata ferensî rizgar kirin û ma pişikdar di avakirina sûriya nuh de, lê mixabin rijêma serdema salên Şêstan ya hatî naskirin bi serdema desthilata(al infîslalî)ev pirojê regezperist kire xelata tekoşîna miletê kurd û Ji roja ragihandina pirojê regezperist li 23/8/1962/an de, dibin nemra/93/ê.de, gelê kurd di rewşeke awarte û biyanî de li ser xaka bav û kalên xwe dijî,û mafê darayî bi kirînê û firotinê jêre çênabê  ,û ji wê rojê ta roja îro ev rijêm beryar û pêşniyar rû reşê Mihemed Hilal bi kar tênin,ez bawerim ku vê rijêmê jibîrkirye ku gelê kurd pişikdare bi netewên din re diavakirina sûrîya nuh de,û hildana yekemîn al li ser banê perlemanê sûrîya bi destê kurê gelê kurd hate bilind kirin,Hember wê çendê jî rijêmê xelate miletê kurd kire dûrbûna wî ji jiyana wîye sivîl û siyasî û hemî muhnikên dinî rojane ji jiyanê , mînak pirin ji wan:
 1-ne pejrandina miletê kurd mina netewa duwemîn û mendelkirina hemî corên mafê wî ji siyasî- Çandî-civakî- li sûrîya ta bigihê vekişandina nasnama ji hezarê xêzanên kurdên resen li sûrîya mîna rêveberê supayê bingihî Wehîd Nîzamidîn 2– nenehêlana karkirina kurdan di nav rêzên supayê sûrî de 3-lêkolînên Mihemed Talib Hilal 4-vebestin û girtina sembolên partîyên kurd û çalak vanên maven mirovan  5-girtina daxwazkarê guhertinên dîmuqratî 6-bi erebkirina navan ta giha ax û keviran7– dûrkirina qutabî û Şagird û karkeran ji karê wan bi behana (xeter ele emin eldewle)û ev peryarên çewt û regezperist ketîye xişta karê wan de,heger em hemî kiryaran regezperist bênine ziman wê lîsta me dirêj bibe.
 Li Pêncê vê mehê /46/sal ser serjmara awarte re ya ku desthilata (enfîsalî)ya regezperist ku roja 5/10/1962/an,li herêma hisiça(cizîrê)ligor beryara çewt ya dûr ji pirsyarî û hestê niştîmanî,û dûr ji binemayên mafên mirovan derbas dibe. Ya herî bal kêş ewe ku desthilata îro ku karê xwe û ragihandinên xwe kirine şerê kevnepristîyê û daxwaza yek rêzîya bereyê niştîmanî di welat de dike,û ew beryar kirîye ji binema û siloganên xweyên fermî bi şopandin,û asêkirina wê li jiyana  civaka gelê sûrî de.
Bê goman heger ev rijêm yekîtîya hemî zav û netewên sûrî li gor rewşa mafên mirovan û azadîya wê ya bingihî û hevçerx bixwzê,pêdivîye ku van xalên li jor     bikê xişta karê xwey rojane û qûnaxa çareserîya dumahî yê de ,û tevgera kurdî vexwendî diyalok  û giftû gowê bike,ji bo çare serîya pirsgirêka kurdî li sûriya. 

 Qamişlo

  5/10/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…