BEHÎNAME

Şakirê Birehîmê Qaso Bavê Romannivîsê Kurd Laleş Qaso çû ber dilovaniya Xwedê!

  Doh li gundê Sarincê / herêma Bûbilanan, saet li şeş û nîvê êvara 30ê meha êlona sala 2008an kurdperwerê hêja Şakirê Birehîmê Qaso, (bavê nivîskar û romannivîsê kurd Laleş Qaso), çû ber dilovaniya Xwedê. Îro, 01/10/2008, danê sibehê, bi beşdarbûna cemawerekî zexim ji kurdên Nisêbînê û gundên derdorê, ew di goristana Pîr Kemal de, li gundê wî Zorava veşartin.
Hêjaye gotinê ku rehmetî di heyamê xwe de, wek rewşenbîrekî kurd di herêma Nisêbînê de dihat naskirin. Hem jî dostekî nêzîk ji apê Mûsa Anter re bû…  
Gelek destnivîsên wî yên helbestî hene, tev li dor zilm û zordariya ku li ser gelê kurd tê meşandin, hatine hunandin..

Rehmetî di sala 1933 an de li gundê Zorava çêbibû, çend salek ji temenê xwe li Almaniya derbas kiribû, di ware ilmê islamî û mesîhî de melevan bû..

Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin! Bele sere wan sax be û serê gelê kurd sax be.

Rehma Xwedê li cenabê wî be û cihê wî bihişt be.

01 10 2008

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…