BEHÎNAME

Şevbuhêrkên kurdî li şamê şeva 74an li dar dixe

B.Şiyar

Şev 26 ji meha remezana pîroz û êvara ( leylet el qedir) di gel hûrbûna çilapekên baranê helbestvan Hoşeng osê bi xêrhatina beşdaran û mamûsteya hêja Nisrîn têlo kir ku ji bajarê evînê bi rê ket ta paytexta şamê li taxa kurdan ku bûye mêvana Şeveke taybet û bi rêk û pêk .

Berêz Nisrîn qeftek gul ji gulîstana berhemên xwe ji bajarê Qamişlo diyarî beşdaran kir û ji berhemên vê gulîstanê ev kurte çîrok hatin xwendin :

Piwazk*
Taboo*
heşt pê*

kilîtê Amûdê*

piştî xwendina çîrokan rêvebirê şevê rê vekir ji pirs û rexin û têbînan re
rewşenbîr û mamûstên ku nerînên xwe dan û geftûgo li ser çêbûn ev bûn :

*helbestvan Ciwanê evdal
mamûste kemal *
*mamûste cemal şêx baqî
helbestvan evdî çaço*
rojnamevan haman *
helbestvan diya ciwan *
mamûste husên dawûd*

bi geftûgoya van rewşenbîran ev şevbuhêrk gelek zengîn bû digel hêja Nisrîn bersiva van têbîn û rexin û pêşneyazan da

helbestvan Nisrîn têlo ji bajarê Qamişlo ye xwendina xwe di zangoya şamê de di beşê ciyografya de bi dawî kiri ye
Nisrîn dixebite di warê helbest- lêkolîn – kurte çîrok û gotaran bi kurdî û erebî di kovar û rojname û malperên kurdîde dinvîse
Ji brhemên wê yê ku wê ronahiyê bibînin evin:

جذور العنف عند المرأة*
*Taboo ( kurte çîrok)
* Helbest 
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…