Dîmoqratî ,bi zimanê kurdî

  Ji xwendevanên hêja re em diyariyekê dikin ku ji vê hejmarê û pêve emê bi rojnama xwe re Dîmoqratî beşekî bi zimanê kurdî belav bikin……Lê jibo çi me ev biryar sitend .?

Weke tê zanîn ku ji nava weşanên partiya me kovara Gulistan bi zimanê kurdî heye, lê weke dîtina me û ji demeke dûr de me dixwest em di nava rûpelên rojnama xwe a dîmoqratî de beşekî bi zimanê dayikê belav bikin, , û me dît ku derfet li pêşiya me heye ku em vî beşî ji xwendevanên xwe yên hêja re derxînin.Lê bersiva pirsa me ewe, ku di dema aniha xwendevanên ku bi kurdî dixwînin hejmareke pir mezin di nav miletê me de çêbûne.
 ji hêleke din ve em di bînin ku weşanê ku bi kurdî derdikevin kêmin, ji lewra em dixwazin guhdanekê mezin bi zimanê xwe bikin, û bi alîkariya xwendevanên xwe ên hêja jî em dixwazin vî beşî fireh bikin, ji ber wê weke gaveke pêşî emê bi du rûpelan dest pê bikin, û heta ji me bê û bi alîkariya we emê vî beşî bi pêş xînin û firehtir bikin. Ji hêleke din ve me didît ku giringiyeke mezine û pêdiviyeke ji me tê xwestin ku em vî karî bikin, ta em zimanê xwe bi miletê xwe bidin xwendin û xwendevanên xwe bêtir bi zimanê dayikê ve bidin bi xwendin.Ji ber wê yekê em dixwazin rûpelên rojnama xwe a Dîmoqratî bi beşekê kurdî jî bi xemilînin. û diyarî xwendevanên xwe bikin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…