Hunermend Îmad Selîm dibêje «Dinya û Evîn»

Îmad Selîm xortê nûhatî, xwediyê tilîkên zêrin, dengê ku evîndaran di nav hestan de dirêse, di demeke gelekî kîn de bi kar û xebata xwe, di esîmanê Muzîka Kurdî de bû stêrikeke geş û li ber ronahiya vê stêrikê gelek xort û qîzên Kurd bûne derwêşê evînê, ev xortê ku li rojavayê Kurdistanê, Herema Amûdê û Gundê Xirbê Feqîran çavê xwe li jiyanê vekirye, ji zarokatiya xwe de buye evîndarê amûra Tembûrê, piştî ku li gel malbata xwe di salên notî de koçberî Eurupa dibe, li ber destê hosteyê Tembura Kurdî Xelefê pîr Nehroz hînî Tembûrê dibe
li gora ku Îmad Selîm dibêje ku rojane wî zêdeyî 12-16 katijmêran li Tembûrê dixist û nedwestiya, niha jî piştî ku ji dawetan vedgere mal bi tenha xwe bi dengê tembura xwere li Feqîr Xidir, Qepal û pîr miço dibe mîvan, wan tilîkên xwe yên ku qet ji gera li ser perdeyên tembûrê nawestin di bêdengiya şevê de li ser perdeyan digerîne.
Hunermendê deng xweş Îmad Selîm, her hefte li ber awazên Tembûra wî, bi sedan xort û qîz govendê digerînin û Qîz û Xortên evîndar sozên evînê ji hevre didin.

Îmad Selîm di berhema xwe ya bi navê “Dinya û Evîn“ de yekemîn cara ku bi berhemeke profosonal derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Cd ya hunermend Îmad Selîm ji 10 staranan pêktê. Hunermendê dengxweş, Carna li kolanên Girizêr û Sîba Şêxidir de dengê wî bi giriyê dayikên dil şewitîre dibe yek, û carna evîn wî dinav agirê xwe de dirêse û li ber bablîsokên bîrîkirina yarê û lehya hêstirên wê diçe.

Navên strana:

1-Dinya û evîn                  6 Ne wek teye 

2-Bes bigrî                       7-Teyrê li ser darê 

3-Por zerê                        8- Here xayin 

4-Yarê                             9- Çarşemba Sor  

5-Were Dîlber                10- Fermana.

 

Cd ya Îmad Selîm ji Produksiyona dmp-Hannover,Tanjn Duman  derket.

Muzisynên ku di Cd yê de xebitîne evin:

Dibin rêvebirya: Tanju Duman CD hatiye amadekirin

Ernjer: Mustafa Araooglu, Tanju Duman

Kompozisyon:Kemal Aropoglu
Akustik E.Gitar:Ayhan Gunyl (Paco)

Bas Gitar. Eyup Hamis

Ney û Zirne: Murteze Kalir

Qanûn: Turgut

Koma Baxlemê: Fatih Doganer, Motor Alî

Elktro Solo Baxleme: Kemal

Percussion: Ercüment Sönmez

Koma Kemanê: Îlker Tekyayigil, Ferit Tekyayigil, Said Büyükcnar, Samî Büyükcner, Ceyhan Donacil, Guneyt Cokuner, Gorkan Topal.

Viola: Metin Kobaci Cello, Murad Süngü.
Produkyiyon: DMP-Hannover, Tanju Duman.

Wer tê xweya kirin ku Îmad Selîm bi kedeke pir mezin ev CD ê amedekirye.

Hûn dikarin CD ê ji hunermend Îmad Selîm bixwazin.
Xebat Şakir

25.09.2008 Oldenburg/ Elmanya

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...