Daxuyanîya K.N.a Partî û Ronî Ronî !!!!!

Kurê Welat
 
Rêz û Silav bo birayê Ronî û zehmetiya wî derbarê Ronîkirina,nerîna min û birayê Emîn Omer,
keko te bi êrîşeke dijwar dest bi Nivîsare xwe kiriye,lê hewce nebu , ku tu bi şêweyî Kîna dilê xwe derxê û min û birayê Emîn pê sucdar bikê,baş bizane ,ku mebesta me herdwan jî ne ku em kesekî bi êşênin,mebesta me ya herî rast ewe , ku biraderên hersê beşên Partiya me bi biratî li hev vegerin û ew Rêbaza Pîroz,ku bê goman ya me tevan e
,lewma bere kes ji hersê beşan, xwe ji yê din rastir nebînê,em hemî dizanin û tu cudatî nîne ,ku em ji hev durin derbarê Rêbaz û Ramana Partî de,kesek ji me nikarê şerê dîroka xwe bike,lê çima em nikarin hevdu bi wê Rêbaza Pîroz qebul bikin,dêmek destin derve hîn bibandorin û Rê li ber me tevde digirin,dur neçe , destê xwe deyne ser ujdanê xwe,li yekîtiya Partî xwedî derkevin,Ez Ezî nan nadê kesekî,te navê xwe kiriya Ronî,hêvîdarim ku Ronahî li pêş te û yên weke te mijul dibin vebê.
Tu dibê,ku min pir xalên durî Rastiyê anîne ziman,eva nerîna te ye,lê Rastê li ber her kesî ye,bi teybetî ewên dinava xebata Partî de,li gor em hemî zanin waye protokolên Civîna K.N.ku heval Nessredîn û heval Siud xwe pêşkêş kirin,dengên heval N bihtir ji yên heval S derketin,wî sekreteriya Partî kir heya Kongire,tişta ku te di vê derbarê de nivîsiye,ne raste , ji xwere li rastiyê bigerihe û ji nuve bizanibe,ku tenê bi zora destên derve halo li Partî hat û baş bizane,eger tu qebul bikê an jî qebul nekê,Rastî eve û sedema ku nahêlin hersê baş bibin yek,naxwe Dîroka me hemu bi derewa ye birayê Ronî .Mesela H.Hacî Derwêş,na keko ne wilo bu ,jiber wê demê mesele mesela Hevbendî bu û Hevbendî wê demê 6 Partî bun,hemu di wê behweriya Rastiyê de bun,ji ber ku ew ya rast bu,lê mixabin diyare destên derve bi hêztir bun ji destên Tevgera me û heya Îro jî  !!!!!!!
Ji bo mamosta M.Nezîr,min rêz û hurmet bo wî heye,ji ber rewşa wî ya tenduristî hes nakim tu gotina derbarê wîde bênim ziman,ez selametî jê re dixwazim,hêvîdarim ku rewşa wî ya tenduristî baş bibê,li gel silavên min bo wî û Malbata wî.
hewce ne dikir tu ji bo Malbata wî tiştekî bêjê,heryek ji me camêran nas dikê li gel Rêz û Hurmet bo tevaya malbatê çi li Bakur , çi li Rojava heye û ez behwer dikim tu jî ji malbata wan î.
Ji bo her 14 hevalên hêja,belê başe ku te kerem kiriye û gotiye ku cihê Rêzê ne, lê çima we bersiva wan li dil xweşî neda,çi erê çi na ,ne xem bu we çi bîrubawerî hebane,ne cihê nerazî bunê bu,ew heval Çav nihêrê bersiveke biratî bun ,we Rê dabane wan jî,ku bi dil soziya xwe derbarê xizmeta Partî û Pirsgirêka xwe,gaveke Pîroz dabane û kiribane,duniya xirab ne dibu.
Derbarê heval Dr.Hekîm , min ew ne bi kesayetî,weke nimune anî,ji ber Îro beşê bi navê wî tê naskirin û nema bi navê mamosta Nezîr tê naskirin.lê Tevlu wilo jî tu dibê , ku ewî Partî gihandiye qunaxeke din,tu wilo dibînê,lê Rastî li ber Çavê herkesî ye,ez û te li vir ne weke hev dibînin.Pêşeroj wê diyar bikê,ka kî wê çi bi ser bixê.
Derbarê Rêbaza Pîroz,kenê min gelek hat dema te jê fihim nekiriye û bi hêris çend nimune anîne ziman,belê keko ez her tiştî dibînim,lê tu çima welê dur çuye,çi alaqedarê vê bi nerîna min re heye ???
Min gotiye kesin hene ,bo xwe kirine Bazirganî,bi wetaye Bazirganiyê,çi alaqê Şehîdê Nemir Kemal bi vêre heye,Şehîd yê me tevan bu,me tevan rêz û hurmet bo wî hebu,mane dîrok şahid li ser vê yekê.mane Şehîdê newrozê S.Adê yê me tevan bu,lê ez li vir ji te bipirsim ,rojekê ji rojan we çuye malbata wî biseredan kiriye,hun diçin ser Gora wî ya Pîroz ???
Te di derbarê Rêbazê de gelek şaşî kiriye,raste lê ma ew nimune yên te anîne, gelo ne yên me hemu ya ne,naxwe dîroka me tevan bihevre nîne birayê Ronî. li vir cuda tiyê têxe nav bera kesan û Partî de,bê hersê Parçe jî,kes nikrê şerê wan bi bazirganî bike,ji ber ez bixwe yek ji wan kesa me ,ku ji roja xizmeta Partî û Gelê xwe dikim,min her Rêbaza Partî parastiye û li wê bingeha pîroz Kar kiriye… Te kînê xwe bi şaşî anîne Ziman,xwedê te efu bikê û hidayet bikê,
li gel Rêz û Silavên biratî bo xizmeta yekîtiya hersê Parçên Partî…..
 
bijî xebata gelê Kurd
 
Kurê Welat
26.09.2008
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…