BAHOZEKE SIYASÎ LI ÎSRAÎLÊ

 HOŞENG OSÊ
 
Berî 2 sal û 10 mehan, serokwezîrê berê yê Îsraîlê Aryal Şaron ji partiya “LÎKÛD” cuda bû û ji xwe re partiyeke nû ya bi navê QADÎMA ava kir. Ev partî, kete hibijartinan û bi ser ket. Lê piraniya parlementoyê bi dest nexist. Lewra bi partiyên din re koalîsyon ava kir û Şaron bû serokwezîr. Şaron nexweş ket û ta niha li nexweşxanê ye û cîgirê wî Ehod Olmert bû serokwezîr. Ev serê çend mehan e û Serokwezîrê Îsraîlê Olmert di nav lêpirsînan de bû. Tawanbariya tê kirin der barê gendeliyên Olmert de ne.
Ev lêpirsîn bi dawî bûn û gendelî û nelirêtiyên kirine li ser wî hatin çespandin û teqez bûn. Olmert jî mecbûr ma ji partiya xwe “QADÎMA” û ji hikûmetê istîfa bike. “QADÎMA” jî berê xwe da hilbijartinên hundirîn da serokeke nû ji xwe re hilbijêre. Wezîra karê derve Tsîbî Lêvnî û wezîrê kar û Sererkanê berê Şaol Mofaz, her du çavên xwe berdabûn serokatiya partiyê. Çend roj berê hilbijartin çêbûn û bi rêjeyek pir hindik Lêvnî serket û Mofaz têkçû. Îca divê Lêvnî dest bi avakirina hikûmeteke nû bike. Ji ber ku pariya “QADÎMA” piraniya kursiyên parlementoyê ne di destê wê de ne, mecbûr e dîsa bi hin partiyên din re koalisyonê çêke. Kêmî 45 roj li pêşiya Lêvnî hene da hikûmetê damzerîne, yan dê erkê avakirina hikûmetê bispêrin yekî din.
Ragihandina Îsraîlê bi şêweyek erênî li Lêvnî dinêre û wê wek “jina paqij” binav dike. Lê kêm ezmûneya wê jî tîne ziman. Jina ciwan û xweşik Lêvnî ku endama MOSAD’ê bû eger bibe serokwezîr dê bibe jina duyemîn ku serokwezîriya Îsraîlê dike, piştî Golda Maîr ku ji sala 1966’an ta 1974’an serokwezîriya vê dewleta Îbranî kiribû. Lê ji nişka ve, Şaol Mofa ji QADÎMA îstîfa kir û serketina Lêvnî lê kire “quzulqurt”. Çima?, ji ber ku hemû serokên giregir ên QADÎM’ê ku ji LÎKÛD’ê qut bûbûn di partiyê de neman. Şaron, nemiriye û ne jî dijî. Olmert istîfa kir û va Mofaz jî gihîşt wî… Dêmek, berpisyarên Tsîbî Lêvîn ser asta partiya QADÎMA’ê û ser asta avakirina hikûmetê, her ku diçe dijwartir dibe.
Ev rewşa ku Îsraîl tê de derbas dibe, mirov dikare mîna bahozeke siyasî binirxîne. Dibe ku ev bahoz sivik bibe û raweste û kêmtirîn ziyan bigihîne Îsraîlê û dibe ku dijwar bibe û gelek pel û dosya tevlihev bike. Lê ya girîngtir ew e ku dê Lêvnî çawa karibe xwe û Îsraîlê ji bahozê biparêze? Ji ber ku sê dosyayên dîrokî li pêşiya wê ne: 1- Projeya atomî ya Îranê. 2- Berdewamkirina hevdîtinên aştiyê bi fîlîstîniyan re. 3- Berdewamkirina hevdîtinên aştiyê yên nedîrekt bi Sûriyeyê re. Îca Lêvnî dê bikaribe van berpirsiyariyan hilgire yan na? Dê rojên pêş, bersiva van pirsan bide me û Îsraîlê.
——-
Jêder: Azadiya Welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…