Helbest u Vidyo

Erê hêvî

Ezîz Xemcivîn

Li bajarekî piçûk, li gundekî piçûk, li taxeke piçûk, li baxçakî herî piçûk, li ber bihna guleke sîmîn, bi xweşiya şîraveke evînê, di bin pêçiyên hengeke kenok de, min pelek vekir û ketim dilê denê çavên hênik.
Ew jî li ber sîtaveke piçûk, bi xewneke mêşin re, bi arameke tenik, li keviyeke hengivî, pisteke germî, ji tîpine berpirsiyar, bi demeke kulibî re, di nav tirafeke hilbûyî de, bi zimanê dêman tirs ji pirsên çavên min birî.
Erê hêvî!
Ez jî wek wê pencerê çav li rê me.
Erê perî!
Navenda meydana dil tu meşxela wê yî.
Çendî min, keser kedî kirine
û zeviya libendemayînê bi hêsirên hêmin avdaye.
Demeke dirêj e hêvî bê hêvî tê,
leylan li biyabanê hêviyê bi kul tê.

Heyva navbera rewanan li hola birînê hiltê,
dibêjim virviroka talîşkê ji mitikê êşê digindire.!?

Mamosteya livandina hemî hestan,
şahgula hevokên helbestan,
perçenga pênûsa min were!

Deng pir bilind e,
di havil de sewdan ronî ye.
Xweziya niştecî ji kezebê diqîre.   

Axa bin lingên dotmîrê
hêlîna awirên sibehan
di pêjna rokê de
bêrîvana bendewariya bêriyê ye.

Şana şad, dilbijînên me ji şêraniya te vejîne. Biryarên hişmendiye, ji şahiya firiştên bêdengiya rewanê te, evîndaran bi hêz dane. Balindeyên aramê li mêrgên dilnazan dilûsin, babîsokên evîniyê hatin, dûmanxwîn ji damarên dildaran ber bi aso ve veziliya.

19.09.2008

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…