Veger li alfebeya xebata netewî ya herî mirovane

  Rojnama NEWROZ*

Çendî rêxistin û partiyên kurd li Sûriyê li hev bikin û nekin , hinek ji wan biçûk bin , hejmara endamên wan li ser tuliyan be , anjî bi sedan û hezaran be , liv û xebata wan di çerçewa herêmekê de be , an li seranserî herêman û pir bajaran be , xwedî dîrok , helwest û pirogramek siyasî be , an dûrî pêvajoya dîrokî , ji nedî ve hatibe holê û di malperên entirnêtê de hatibe danasîn …hwd ,
dawiya dawî , kî ji wan rêxistin û partiyan karibe bi dil û can li zimanê dê bibe xwedî , û bikaranîna vî zimanî ji rêxistin û parta xwe re bike erkeke sereke , wê ciyê rêz  hurmeta hemîyan be , nemaze gava berdewamî ji vê yekê re hebe û pêbawerî li cî be.
Weke mirovekî kurdhez , hin caran ji neçarî , tu dixwazî li alfebê û bingehên pirsa kurd li Sûriyê vegerî , bîne bîra xwe û ya derdoran , gelo ma çê dibe partiyek kurd , bi şev û roj behsa kurd û kurdistanê , rûmeta netewî , mafên mirovan û demokrasiyê bike , û li zimanê xwe yê dê – zimanê xêrnedî – nebe xwedî , anjî bi çavekî biçûk lê binêre û bavêje paş guhan?.

Dixuyê ji bîra dibe ku , hê di Radiyo û Telvizyona Sûriyê de , rê ji weşandina folklor , ziman û zaravayên hemî miletên dinyayê re vekirî ye , lê , tek û tenê li ber zimanê kurdî girtiye û xêza sor li ber e ! Rê li ber stran û zimanê Kambodî , Korî , Kirwatî , Ketelonî û Kerxîzî dûz û vekirî ye , lê li ber zimanê kurdî bi zinar û kevirên mezin girtî ye…!!
Koma partiyên kurd li Sûriyê dikarin herdem li ser vê xalê rawestin  , têr şirove bikin û bidin ber çavan , ji ber ku mafekî netewî , mirovahî , navnetewî , xwezahî û xweristî ye , û digel rewşenbîrên kurd , xwedî pênûs û serbixwe , çi yên li hundir û çi yên li derve , tevdîrên bi pîvan , bi rêk û pêk bistînin .
Guhdana xwendin û nivîsandina bi zimanê dê , rastxwendin û rastnivîsandin , rêzman û rênivîs , nivîsarên bijarte û berhemên hêja…hwd , navnîşana xebata netewî ya herî durist û sereke ye , lewre jî berdewamiya weşana Newrozê bi zimanê me yê dê dimîne ciyê pîrozbahiyê.
—–

Hejmar  (81) Tebax  2008 z-2620 k

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…