Grûpên rewşenbîrî û çanda jibîrkirî

  Melevan Resûl

Şaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew şaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beşdarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên siruştî û vehûnandina navbera mirov û jiyanê de her yekî li gor pîvanên xwe şaristanîk avakiriye bi werkirina tam û çêja xwe pijandiye û li ser qoçkan kelandiye , di encamê de şaristanîk bi nav û nîşankirî ji pêmaya wî miletî derdikeve .
Mebesta min ji tam û çêja borî ewe ku bêjim : şaristanî bi çend hokarên bingihîn têne avakirin her ku alavên pêkahatîn wekî hev di destê hemû miletan de ew bi xwe bin jî , mîna ku çawa mozîkjenên amîreke mozîkê mîna hev li ser estromentan dixebitin , lê her yek ji estromentan li gor pisporiya xwe dibe afrêner di hunera mozîkê de ,  her weha di wênesaziyê de û di gelek radeyên hevbeş de , lê mirov di dawî de li ber afrênerek bi nirx rûbirû dibe û ew berhem dibe dewlemendiya çanda gerdûnî .
Vêca ka em vegerin li çanda netewan temaşakin ka çandên xwerû û xweser girêdayî taybetmendiya miletan heye yan jê na ?
Bê guman diyare ku şaristanî grêdayî çandên rengîne , heger çandên netewî peyde nebin , ew şaristanî tu carî nikare berhemdar be û bi pêş nakeve yan wê qels û lewaz bimîne , ji vê jî dozê miletan rewa ne dema doza mafên çandî dikin ji ber du sedeman , yek jê xweparastina xwezayetiya mirovan e , û ya din jî tam û çêjkirina berhema şaristaniyê ye .

Helbete ramanê çandî bi pêdawistiya xwendin û fêrbûneke têgihiştî heye , ji ber ku piraniya berheman bi alava raxistina raman , da wergere peyv û gotinê heye , ji lew tevgera kurdî heger ji mafê çarenûsê were xwar , lê ew tu caran ji mafê nasnama çandî nikare bikeve , di dirêjahiya xebata tevgera siyasî ya miletê kurd li rojavayê kurdistanê sûre da mafê çandî bi dest xwe ve bîne û xebatek kiriye her çendî ne li gor daxwazan be , ji encama qelsbûna xebata ji bonî pêşvebirina çanda kurdî , di demên dawî de gelek kom û grûpên rewşenbîrî xwe bi navkirin û navê çanda kurdî ji xwe re kirin sembol û paşnav , bi rastî jî ew hewldan tenê dibe cihê rêzê , her wekî xebata vekolîn û pêşvebirinê di ber de bi qasî tê xwestin nehatiye dîtin , lê bi qasî tê dîtin ku ew grûp hîn nekarîne xwe ji bin bandora serdestan azad bikin û nasnama xebatê di bin siha wê de eşkera bikin , valahiya rola rewşenbîran bi awakî neynî dagirtine , em naxwazin ku ew di xemsariya tevgera siyasî re bibûrin , û doza avakirina dîwaran di navbera xwe  û nijadên din hildin , lê ji mafê meye em kesayeta çanda kurdî bi parêzin û xebatê di ber pêşvebirina wê de bikin , ji berya em ji erkên xwe yê netewî bibînin , ew erkek sincî ye , pêdivî bi hestên baweriyê heye , ji encama talankirina li ber çavê hemû kesî ji çanda kurdî re tê xuyanîkirin .

Di baweriya min de heger milet û welat bi tevahî were talankirin lê tenê ziman , kevnetor , wêje û çanda kurdî bimîne parastî ? netewa kurd bi giştî wê ne xûme ser çokan û ji bejn û bala xwe nekeve . 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…