BANG ji bo domandina ROJA HELBESTA KURDÎ

Ji bo helbestvan, nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa
 
Berêzan!

Di 22 .10. sala 1993 an de çend  nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ROJA HELBESTA KURDÎ li darxistin. Ji wê salê de, helbestvan û nivîskarên me li welêt mîhrecana helbesta kurdî vedijînin.
Li ser vê şopê jî,  di sala 2002 an de  helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li Almaniya Mîhrecana  ROJA HELBESTA KURDÎ li bajarê Buchumê  û  di sala 2007 an de jî li bajarê Bonnê li darxistin.
Ji bo domandina vê çalakiya giranbiha, em hevpîşeyên we, yên navên me li jêr in, bi riya telefonê li gel hevdu têkildar bûn û bi hev şêwirîn, û gîhane vê nerînê, ku em bangekê li hevpîşeyên xwe helbestvan, nivîskar û rewşenbîr bikin, daku:
1. Em hemû bi hev re civatekê girêdin û komîtekê ji bo mîhrecana helbesta kurdî ya vê sala 2008 an  hilbijêrin.
2. Divê ev komîte; kar û barê pêkanîna mîhrecanê hilde ser milên xwe; cih û roja pêkanînê diyar bike.
3. Divê ev komîte nameyên vexwendinê ji helbestvan, nivîskar û rewşenbîran re, ji bo beşdarbûna wan li mîhrecanê verêke.
Ev civîna fireh dê li bajarê Dortmundê, li vê edrêsa jêrîn pêkwere:
Cih:  Komela Hêvî, Born Str. 18, 44145  Dortmund
Roj:   Yekşem 21. 09. 08  an. Kat:   13, 00.
Ji bo têkilyan: Telefon:  H. Kurdaxî: 01626751024.  E. Cefer:  01748640820.
 
Em hêvî dikin, ku banga me di rajeya pêşxistina helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê de be, û li nik wêjevan û rewşenbîrên me nirxbiha be, û bala wan bikşîne.
Dîlan Zêbo
Mizgîn Hesko
Dr. Ebdilmecît Şêxo
Heyder Omer
Hêmin Kurdaxî
Arşevê Oskan
Elî Cefer
 
Almaniya 10. 9. 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…