Xweşbextane ez yek ji wan kesan im, ku rê li ber min vebûn, hema bibêje li seranserê vê cografya ku di xweşikbûn û levhaliya xwe de, tenane ye di rojhilata navîn de, bigerim.
Ger û geşta min li Kurdistanê ji 1964an de destpê kir. Wek efyûnkêşek ku ji nişka ve êdî ev efyûn jê were birrîn li min hatiye gava demek dirêj derbas dibe, bê ku berê xwe bidim hinan ji herêmên Kurdistanê.
Ji beriya salekê ve dîsa laşê min xweriya û daxwaza serdaneke bakurê welêt kir. Min xwest ku vê carê komek kes bi xwe re bikim hevalê vê geşt û seyranê. Min ji heval û dostên xwe re digot: Pirraniya we Şam, Heleb, Latakya, Stenbol û Ewrupa dîtiye, ma dor nehatiye ku hûn vêca beşin ji welatê xwe jî bibînin? Min dabû ber çavên xwe hijmarek ji 20-30 kesan ji vê serdana yekem re amade bikin, lê mixabin rewşa awarte li Sûrî ku ji xwe Cizîr jî bi taybetî di bin de ye, amadekariyên me yên teknîkî, wek peydakirina baseke ku karibe vê komê hilbigre, em rawestandin.
Ji Şam, Heleb, Hims, Hema, Palmyra* û bajarên din ên Sûrî basên ku hijmara rêwiyên wan 40-50 kes in, dikarin bê serêş berê xwe bidin Mêrsin, Antalya, Stenbol ûhwd, lê baseke ku rêwiyên wê zêdetir ji 20-30 kesan be, nikare deriyê Nisêbînê derbas bike. Ji vê yekê re pêdivî bi kaxezin taybet ji parêzerê Hesekê û bawer dikim ji şalyarê* hundir bi xwe jî, heye.
Di 26.06.08 de, bi komek biçûk ji jin, mêr û zarokan, me, bi xwegerên * xwe, berê xwe da Serhedan*. Li Qamişlo pêpelûkên germê xwe roj bi roj nêzîkî 40an dikir, li Tetwan, Wan, Gevaş û Bilîsê, di bin 30yan de bûn.
Ez na xwazim hûr û kûr li ser vê serdanê biaxivim. Ez dê tenê çend wêneyan pêshî we bikim. Lê ka dîtina çavan beramberî çend wêneyên ku nabin yek ji hezar dîmenên ku serî li mirov digerînin.
Da ku mirov beşek mezin ji cografya û deverên kevnare ji keleh, xan û gorinên mirovên navdar weke gorina helbestvanê netewa kurd Ehmedê Xanî li Bazîdê, Mem û Zîn li Cizîra Botan, bibîne, bi kêmasî 2 hefte ji vê serdanê re divin.
Amed bi tena serê xwe hefteyek sax dixwaze heger mirov dil hebe wê tevûlev bide.
Di serdana bakur de çend camêrên zana û cansivik bûn rêzan ji me re, bi taybetî li Bilîs û Amedê. Du bajarên ku di nava xwe de dîroka hezaran sal ji kevneşopên Roman, Mekedonî, Farisî, Ermenî, Osmanî û Kurdan, dicivînin.
Ji bilî xwerandina laş ku berdewam dîtina her bostek ji xaka welêt dixwaze, armancek min î din ji pîlandanîna van serdanên kom kom re heye. Tûrizim bûye yek ji hatinên aborî yên herî mezin ku gelek dewlet li ser wê pêşbirkê bi hev re dikin. Mînakên wek Spanya, Yûnanistan, Tirkiya û Îtalya nimûneyên herî ber bi chav in. Tê bîra min çawa, di salên 50iyan de, Libnan bibû kulmoza tûristan di rojhilata navîn de. Kesên ku – bi taybetî havînan – dihatin Libnan ji niştegihên vî welatî pirtir bûn. Libnan welatek pirr xweş e, lê bi ti awayî bi Kurdistanê re nayê pîvan. Berî her tiştî nêzîkî 10 caran ji
Libnan ferehtir e. Çiyayên Libnan bilindbûna 3000 m derbas nakin, berevajî çiyayên Kurdistanê ku digihêjin 5000 m. Kurdistan dagirtî ye ji çem û golên fereh, çi yên xwezayî û çi yên çêkirî. Rast e ku mirov li kevnewarên weke Baalbek (dikeve deşta Bikaa li Libnan) kêm rast tê, lê bi dehan – heger nebêjim bi sedan – Dêr, keleh, Xan û dibistanên dîrokî li Kurdistanê hene.
Tenê di yek babetê de Libnan dide pêşiya welatê me, ew jî şaristaniya xelkê wê û ezmûna wê yî bi dehan sal di warê gastonomiyê (mêvandariya zanistî û rêzaniya deverên kevnare), ku ji hîmên herî sereke ne ji daneheva tûristan re. Ez Libnan wek nimûne bilêv dikim, ji ber ku tenê ew e ku dikare di vê rojhilata me yî navîn de, di pêşerojê de, pêşbirkê bi welatê me re bike. Min dewletên kendava ereban – weke Qatar, Ebu Zabî, Al- Şariqe, ûhwd – binav nekirin ji ber ku du taybetmendiyên wan hene: Zengînbûn û berîstanên wan, ên ku zengînên cîhanê xwe lê digirin.
Niyaza serdana me ji parçên din î welêt re wêdetir e ji dîtina dîmenên xweşik û çavpêketina kevneşopan. Dîtin û naskirina insanên me li van parçên din, giringiyeke mezin û pirr bi wate ye. Li vir dixwazim bibêjim ku çi dema me xwe dida naskirin ku em ji kurdên sûrî ne, bi germiyek berbiçav em dihatin pêşwazîkirin.
Şaredarê Amedê birêz Osman Baydemir, piştî serdana xwe ji bajar û şarûçkên* başûr re vê dibêje û ev ji me re jî got, dema em bi dilgermî bixêrhatin kirin. Wî da xuyakirin ku rêvebirên başûrî jî vê dîtinê parve dikin.
Min dest bi pîlana ger û geştek nû li başûrê Kurdistanê kiriye. Min xistiye dilê xwe ku hijmara me rêwiyan ji 40 kesan ne kêmtir be. Serdana Dehok, Hewlêr, Slêmanî, Helebce, Ranya, Rewandiz û herêmên Balek û Barzan di vê pîlanê de ne.
Dê li vir gotara xwe yî kin bidawî bikim, bi hêviya ku pirrên we, xwe ji ger û geştek weha re amade bikin.
Tenê ma ku ez bibêjim: Ti şert û merc nayên xwestin, ji bilî ku divê ew kes/kesa ku biryara hatinê bistîne mêr/jina xwe, yan naseke xwe bi xwe re bike heval/hevala vê serdanê.
1- Palmyra: bi erebî jê re dibêjin Tedmur.
2 – şalyar: wezîr
Xweger: Automobil, erebe, siyyare. Min ev gotin gelek caran ji devê têkoşer, zimanzan û rewşenbîrê hêja Dr. Nûredîn Zaza bihîst.
3 – Serhed: Deverên bilind ji bakurê Kurdistanê weke Mûş, Tetwan, Wan, Bazîd, Gola Wanê bi xwe ûhwd.
4 – Şarûçke, biçûkkirina gotina şar e, weke ku em dibêjin bajar û bajarok.
Dêra Axtirmanê di golê de. Nêzî 45 km li başûr-rojavayê Wanê.
Kom bi birêz Osman Baydemir re li şaredariya mezin a bajarê Amedê.
Dîmenek din ji serhedan