derçûna Du xuleyên fêrbûna zimanê kurdî

hilêlî : rêkeftî/14/8/2008/ Bi helkefta serkeftina hijmareke mezin ji qutabî yên zimanê kurdî ji keç û kuran di ezmûneyan de, û bi amadebûna rêzdar Selah Beyro endamê komîta navendî di partiya demokrat a kurd li sûrîya (partî) , di gel endamê komîta fêrbûna zimanê kurdî û mamostên herdû xuleyan  amadebûna,rêxistina hilêlîyê li qamişlo yên (p.d.k.s.p)
û piştî  rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanan,rêzdar Selah Beyro bi navê bîrowa çandeyî û  komîta  fêrbûna zimanê kurdî  peyîvî  li ser bandora ziman di hebûna miletan de û pêwîstiya pêgîrî bi gotinên ne mir Osman sebrî, û Celadet bedir xan û D.Nûredîn zaza derbarî hokirna zimanê kurdî bi kin,û bi fermî pêde çû û got:  pêdivîye ku em bizimanê xwe bixînin û bi xwendin bidin,birastî Rêxistina vê taxa hilêlîyê Çalak û Çalakvane û sipasîya berhmê mamosta û qutabiyên herdû xuleyan dikim,û piştevanîya xwe ji wan re diyarkir, û hûnê bibine stêrên geş li paşe rojê.
 îro 31/8/2008/ bawername ji destê rêzdar Selah Beyro li qutabîyên serkeftî di herdû xuleyan de hatine belavkirin ,û xelatên herdû qutabiyên ku pila wan di ezmûnê de bilind bû hatne destnîşankirin, birastî ev xuleya Çaremîne di demeke kurt de li taxa hilêlîyê tête derçûn,ew jî ji hişyarî û baweriya wan hevala ye birêbaza partîyê pîroze,   û her dîsan li dûmahîyê şîranîya herdû xulan ji bal mamostayê xulê ve hate  pêşkêşkirin . 
31/8/2008.z

Qamişlo  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….