NÛÇE Û ÎDIAYÊN NE RAST…

  ŞÊRÎN PERWER

Beriya vê demekê di çapemeniya kurd de ji bo şexsiyeta min, nûçeyên ku min û desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê biêşîne û eciz bike hatin nivîsandin. Di wan nûçeyan de dihat gotin, ku “ez wek mêvanê wezîrê çandî ya Herêma Kurdistanê li Otela Çarçirayê mame. Li Otela Çarçirayê ji bona ku ez demekî dirêj mame, berpirsiyarên wezîra çand, ji min daxwazkirine, ku ez li Otela Çarçira nemînim. Dema ku ez ji otelê derçûme jî, berpirsiyarên wezîra çandî meserîfên/perên otela min nedane. Di navbeyna min û berpirsiyarên wezîra çandî de pirsgirêk û niqaşe hatine rojevê. Min di derheqê berpirsiyarên hikumeta herêmî de gelek rexneyên tuj anîne ser zimên û min dev ji Hewlêrê berdayê ez çûme Sileymaniyê.”
Ez, ji van nûçe û îdiayên, ku di çapemeniya kurd de hatibûn belav kirin, di destpêkê de agahdar nebûm. Min ev nûçeyan dereng şopandin. Ez dema ku ji van nûçe û îdiayan agahdar bûm, min xemsarî kir, di derheqê van nûçe û îdiayan de tiştek nenivîsand. Lewra min nedixwest ku ez van nûçeyên ne rast mezin bikim, ez qiymetê bidim ev nûçe û îdiayên vala û ne rast.

Lê di van rojên dawî de, piştî ku min di pêşangeha Otela Çarçirayê de wêneyên xwe yên destçêkirî pêşkêşî reya giştî û alema hunermend kir, dîsa ev nûçe û îdiayan bi awayekî hatin rojevê. Ji bona vê ez mecbur bûm, ku daxuyaniyekê ji çapemeniya kurd re bi rê kim.

Rast e ku ez beriya vê demekê mêvanê wezîrê çandî bûm. Ez li ser navê wan wek mêvan li Otela Çarçirayê mam. Lê piştî ku karên min xelas bûn, min dev ji Otela Çarçirayê berda û ez çûm Sileymaniyê. Lewra mala min li Sileymaniyê ye. Ji bona vê dema ku min dev ji Otelê jî berda, nûçe û îdiayên li ser navê min û berpirsiyarên wezîrê çandî de hatine belav kirin, ne rast in. Di navbeyna min û wan de tu wextekî pisgirêkek pêk nehat û minaqeşe nehatin kirin. Nûha li Otela Çarçirayê mêvanbûna min û li pêşangeha Otela Çarçira wêneyên xwe pêşkêşkirin jî, diyar dike ku ew nûçe û îdiayên di derheqê min û wezîra çandî de hatine belav kirin, ne rast in.

Ji aliyê din de, ez wek hunermendeka kurdistanî, di navbeyna Hewlêr û Sileymaniyê de ferqekê nabînim. Herûdu bajar jî du bajarên hêja yên Kurdistanê ne û ji bona min jî xwediyê qiymeteke mezin in. Li Kurdistanê bes desthilatdariyek û hikumetek heye. Hewlêr û Sileymaniyê di bin ev desthilatdariya siyasî û civakî de ye. Dema ku ez ji Hewlêrê eciz bim, ew tê wê wateyê ku ezê ji Sileymaniyê jî eciz bibim. Lê ez dikarim ji şexsê eciz bibim, ez hîç wextekî nikarim ji van du bajarên Kurdistanê yên dîrokî eciz bibim. Lewra Hewlêr û Sileymaniyê, bajarên her kurdekî ne.

Min, hem wek şexis û hem jî wek hunermend, ji zaroktiya xwe de jiyana xwe fêdayî Kurdistanê kiriye. Min dema ku ji bona Kurdistanê, ji bona azadî û rizgariya miletê xwe xebat kir, li hemberî ev xebata xwe, min tu tiştek nepa. Ez her demê amade me ku jiyana xwe fêdayî Kudistanê bikim. Kurdistan, welatê her kurdekî ye. Li hemberî Kurdistanê û neteweya kurd, her kurdek mecbur e ku vatiniyên xwe pêk bîne. Ez jî vê yekê dikim.

Bila neteweya kurd sax be. Kurdistan rizgar û azad be.
Neteweya kurd û Kurdistan daîmî ye, domdar e. Em wek şexis muwaqqet in.
Ez hirmet û rêzên xwe ji gelê re pêşkêş dikim.  Ez, ji bona ku bûm sedema nûçe û îdiayên ne rast,  ez ji gelê xwe baxişandinê dixwazim.

Hewlêr, 05. 08. 2008    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…