Sernivîsa rojnameya DENG
Xuya ye ku rêpîvana guhertinê û veguheztina demoqrat berdewam dimîne li cîhanê, û ew nesekinî û dê nesekine ji hilweşîna Yekîtiya Soviyet û vir de li Ewropaya rojhelat û dewletên Bulqanê û ta Afganistan û Îraqê û heya vê roja me, tevî ku ew ji xwe re durv û şêwene nerêk distîne, li gorî helûmercên ramyarî û sirûştiya civaka li ber guhertinê û radeya pêşkevtina wî ya aborî û ramyarî û sirûştiya rijêma desthelatdariyê tê de û siyaset û hevbendî û prensîpên wî, û şêweyên wî di kar û standina biryarê de û radeya rola wî (bandor û daxbarî).

Herweha rêpîvana guhertinê ji serboriyên xwe fêr û şîretan digire û guh dide adgar û bûyerên barûdoxa ramyarî ya her roj rengek e, ji bo ji xwe re li gorî wê nîgarbike taktîkên pêwîst û guncaw û şêweyên karî wek ku armancên daxwazkirî misoger dike bi kêmtirîn buha û ziyanê, û nedubarekirina yê ku li hindek deverên cîhanê bû, û li dawiyê Îraq bû.
Û ji vir de, hinek bingeh û riwangene nû he ne, dixwazin barûdoxa deverê hemî nûjenbikin û ji nû de wê rêkbixin, herifîn û adgarên wan xuyadibin di asoyên siyaseta navdewletî de û belavkirina wan ji rol û erkan re di rêya livine ciddî re yên hemî diplomasiyên navxweyî û erebî û herêmî û cîhanî, di guhdaneke temamî re ji barûdoxên herêmê û sirûşta têkoşînên li dar û ji hev şêl bûyî re, ên ku hoyên domandina xwe yeko – yeko windadikine, û bi qasî rijdiya hilgirtina wan ji çare û dermankirinên durist re, û bi qasî wê rijdiyê behaneyên dirêjahiyên ramyarî radibin ji hemî navderên herêmî û navdewletî re, çi sebaret bi Libnanê an Felestînê an Îraqê ..h.d, û gellekan ji hoyên domandina pirr yasa û pêrabûnên zordar nahêle, û hoyên bixayîndanê û sepandina rahatin û siyasetên zordar sinûrdike, ji serkutkirinê û girtinê û stemê di derheqê zaroyên yek welatî de.
Û di pêvajoya danîna tiştan di rêbara xwe ya sirûştî de, hindek rol xuyadibin, jê:
– Rola erebî, di rêya şiyanên Qeterê re bi başiya têkeliya wê di gel rojava û dewletên herêmî, û pêşweziya wê ji rexên xwedanên dozê re û encamdana rêkkeftina Dewhayê ji lihevkombûna rêza libnanî û bidawîkirina pirsgirêka seroketiyê û rewşa asayişî û giftûgoyên berdewam li ser sazkirina hikûmeta yekîtiya niştimanî heya gihêjtina biserîkirina bingeh û hoyên rêkeftina niştimanî.
– Û herweha rola herêmî di rêya hewildanên Turkiyê re û navinciyatiya wê sebaret bi danûstandinên sûrî – îsrayîlî yên destpêkirin di heman çaxa rêkkeftina Dewhayê de li Qeterê, û hîn berdewam in ji bo bibine danûstandinine rastexwe û berdar, û encamê wan ji hewildanên Sûriyê berve wekhevkirina nakokiyê de di navbêna herdu bizavên FETIH û HEMAS wek rêxweşkirinê ji bo ku rexê felestînî bikeve giftûgoyeke rastexwe bi rexê îsrayîlî re.
– Û roleke sêyemîn navdewletî ye di rêya liva diplomasiya frensî re berve pakkirina asimanan de bi Sûriyê re piştî sariyek dirêj di têkeliyên herdu welatan de.
Û pendyarî di hersê rolan de xuyadibe – tevî piştîneyên wan ên navdewletî yên kûr – di ku dewleta Qeterê ne di têkoşînek rastexwe de bû bi ti dewletên herêmê re (wek ku he ye sebaret bi Misirê û Se””””””””””””””””ûdiyê di gel bilî wan re), nemaze li ser qada libnanî, û Turkiya wek dewletek xwedî têkeliyên herêmî yên baş bi layê îslamî re bi giştî û bi layê erebî re û nemaze yê sûrî piştî rêkkeftinên dawîn bi taybetî, û hevbendiyên wê bi layê îsrayîlî re di gel piştîneyên wê yên rojavayî. Frensa jî, çimkî têkeliya wê bi avzêla deryaya navîn re dîrokî ye û nemaze bi Sûriyê û Libnanê re ji rojên raspardekirinê de, û her weha seroketiya wê ji Yekîtiya Ewropî re, û paşê rola wê hajêbûnê çênakê wek ku Amerîka be – tevî heyina destên Frensa di hemî rêkxistinan de – û herweha lidarxistina Frensa ji komta dewletên (Yekîtiya Navîn) di 13 ê vê Tîrmehê de, û bangkirina wê ji Sûriyê re ji bo beşdariyê tê de.
Guman nîne ku hersê rol ji yek riwangeh de derdikevin, û hevdu temamdikin, û bi hev re dixwazin bingeh û sinûrine deynin ji rêkxistinine nû re di deverê de bi gelemperî, û dernakevin ji pêvajoya proseya guhertinê ya rewan li cîhanê, û – weku ji têkeliyên wê de xuya ye – destpêdike bi dermankirina cihên girjîbûnê (Libnan, Felestîn, proseya aşitiyê, Îraq), û vegerandina Sûriyê ji rêza erebî re, li gor gotekên wan, û paşê danîna wê li ser rêgeha guhertina hêdîhêdî, wek ku li dewleta Misirê û derine din bû, û li dawiyê tenêhêjtina Îranê ji layên navdewletî û herêmî de û geflêxwarin, û hevrûşiya Îsrayîlê jê re bi piştgiriya rojavayî, an pêxweşkirina di mercên nehêjtina zaxkirina yoranyomê û sekinandina bernameyê wê yê etomî û guherandina reftarê wê bi herdu dorûberên wê yên herêmî û navdewletî re wek ku xizmeta rêkeftinê dike ji bo bidawîkirina barê terorîzmê (tirsandinê) û çekên wêrankirina têkrayî û berîdana berve veguheztina demoqrat de heya gihêjtina biserîkirina mercên pêkanîna azadiyên giştî û misogerkirina mafên meriv û mafê gelan di çarenûsînê de.
Heger Sûrya jî, li gorî wan rolan, biryara xwe vebirriye di lidûvhatina bi herdu dorûberên xwe yên herêmî û navdewletî re, û qayîlbûna bi mercên giftûgoyê bi rêveçûna guhertinê û veguheztina hêdîhêdî re berve jiyanek demoqrat de? De kanîn pêdiviyên rewşa navxweyî yên bingehîn ji bo selmandina rastiya wê, û di pêşiyê de jî nehêjtina barê neyasayîyan û fermandanên nerêtî û dadgehên awarte û azadberdana girtiyên nihêrînê û helwesta ramyarî û berdana azadiyên demoqratî ..h.d. Lê tiştê ku dibe ne wek wê ye heger ne bervajî be, çiku girtin berdewam e û rewşa ramyarî tengtir dibe, û siyaseta regezperest di derheqê milletê kurd de ziyatir dibe, û nediyariya asoyên sekinîna li ber doza wî ya neteweyî wek doza gelekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, di gel peydakirina rijêmê ji alavên girijîbûnên navxweyî û ziyadbûna gendeliyê û berdayîyê û mehsûbiyetê, û ziyadbûna karwanên bêkariyê li sûkan û li ber fermangehên şolên civakî û karî, û diyarbûna diyaroka gunehbariyê û diziyê ji ber birçîbûna belavbûyî di nav texine fereh de ji civaka sûrî, çi bi sedema hişkatiyê an bi sedema tunnebûna derfetên karî û ziyadbûna kujtyar di nirxên gereste û berhemên bikarbirinî de nemaze piştî bilindbûna nirxên ardû û bitaybetî jî mazotê û ziyanên mezin ên ku ji ber wê gihêjtine hemî navderên çandinî û çêrandinî û xwediyên dahatê sinûrkirî û hemi xizanan..
Û bi vê wateyê jî, û di heman pêvajoyê de, Sûriya nikare digelçûna qonaxê û guhertiyên wê bike, û nikare dilsoziya xwe biselmîne li ber civaka navdewletî, heger hindek pêrabûn û rêkxistinên bilez bikar nehîne berve xweamadekirinê de ji pêdiviyên rewşa navxweyî re ji azadiyên giştî û misogerkirina erkên jiyana hêja ji hevwelatiyan re û venasîna aşkere û rastexwe bi Sûryayeke curbicur ji layên neteweyî û ayînî û ramyarî de, û amadekirina alavên çareserkirina doza kurdî wek doza milletekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, û di çarçoveya yekîtiya welatî de û wek ku pişkdariyê di pêşketina wî de dike.
———————————————-
* DENG rojmameyek giştî ye, ji weşanên nivîsîngeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
———————————————-
Ferhengoka sernivîsê:
Adgar – ملامح
Aso – أفق
Avzêl – حوض
Ayîn – دين
Awarte – استثنائي
Alav – عوامل
Ardû – وقود
Bikarbirinî – استهلاكي
Barûdox – وضع
Berdar – مثمر
Bandor – تأثير
Behane – حجة، ذريعة
Bixayîndan – تخوين
Bizav – حركة
Bar- حالة
Berdayîn – تسيب
Çarçove – إطار
Durv – شكل
Daxbarî – تأثر
Derya – بحر
Dorûber – محيط
Diyarok – ظاهرة
Derfet – فرصة
Digelçûn – مواكبة
Dahat – دخل
Erk – مهمة، واجب
Fermandan – حكم
Fermangeh – دائرة (حكومية)
Girjîbûn – توتر، احتقان
Gendelî – فساد
Gereste – مادة
Gotek – زعم، ادعاء
Hevrûşî – تحرش
Helwest – موقف
Ho – مبرر
Hajêbûn – تحسس
Herifîn – تداعي
Hişkatî – جفاف
Helûmerc – ظروف
Komt – قمة
Têkrayî – شامل
Kujtyar – قاتل
Lidûvhatin – تجاوب
Merc – شرط
Nirx – سعر، قيمة
Navinciyatî – وساطة
Nakokî – خلاف
Nîgar – رسم
Neyasayîyan – طوارئ
Nerêtî – عرفي
Navxweyî – محلي، داخلي
Nerêk – مخالف، مختلف
Nemaze – خاصةً
Pêvajo – سياق
Pendyarî – حكمة
Piştîne – خلفية
Pêrabûn – إجراء
Prose – عملية
Pirsgirêk – مشكلة
Rade – مستوى
Rijdî – جدية
Rahatin – ممارسة
Riwangeh – منطلق
Rêpîvan – مسيرة
Rol – دور
Rêbar – مسار
Rex – طرف
Reftar – سلوك
Rêxweşkirin – تمهيد
Rêkkeftin – اتفاق
Raspardekirin – انتداب
Rêveçûn – مسيرة
Regezperest – عنصري
Rêkxistin – ترتيب
Tex – شريحة
Selmandin – إثبات
Şêl – شعبة
Şol – شأن (شؤون)
Şêwe – أسلوب
Şiyan – جهد
Sepandin – فرض
Wêrankirin – دمار
Wate – معنى
Ziyan – ضرر
—————-