Hunermend Selah Osê jî, ji xwe re malperek vekir

 

Di van rojan de, hunermend Selah Osê, malpera xwe ya taybetî vekir, di rûpela sereke ya vê malperê de, Selah Osê, kurte jiyana xwe, weşandiye, her weha çend kilîpên xwe jî belavkirine. Osê kurte jyana xwe bi vî awayî nivîsandiye :
Jiyana min
1955 ez dayêkbûme li gundê Tilşaîrê ya girêdayê bajarê Tirbespîyê û ji malbatek dîndar û welatparêz u min ji biçûkîya xwe gohdarîya bavê xwe dikir dema ku wî Quraan dixwend bi nêzîkî rengê awaza kurdî u heya bangdana melayê gundê me ji minre dibû weku stranek kurdî , helbet seydayê Cegerxwîn ji di destpêka xwe de melayê gundê Tilşaîr bû ji ber van egeran mere dikarê bêje hişyarkirinek hebû nav xelkên gund de,
Di biçûkîya xwe de dema diçûme dibîstanê min pir hes dikir ji dersa musik u sprorê u min gelek caran di qurçikên malê de stran digotin lê mixabin bavê min qebul ne dikir u di wan salên heftêyan de stran gotin pir şerm u kirêt bu ji kesekî xudan malbat u aşîr yan ji kurê dindarekîre lewra min pir zehmetî u alozî kişandin di destpêka xwe de, ji ber ez yê yekemîn bûm ji malbatê ku min berê xwe da huner u muzika kurdî ..
Dema ez ji gund dûrbûm u berê min kete paytexta Shamê îdî hêdî hêdî rê li ber min vebûn u min xwe azad dît ku ez wê aşq u avîna xwe ya bê sînor ji hunera kurdî re berdewam bikim, min ji xwe re Tembûrek kirî u çend dîwanên seydayê Cegerxwin peydekirin u min ji xwere çend helbest bi tembûra xwe jenandin u kirin awaz u min nîşanî hijmarek dost û hevalan da, min dît ku heskerinek û piştgirîyeke xelkê ji stranên minre dibin u doza tomarkirina kasîtan jî ji min dixwazin , wekû tîpînîyekî dixwazim bêjim ku min li shamê zarokên kurdan perwerdeyê gotina strana filklora kurdi dikir u me komên Feleklorî damazerandin wek koma /  koma Midya u koma Nu hilat / li sham ê,
Di destpêka sala 1980 gelek komên felklorî hatin damazarandin ji bo xizmeta Cejna Newrozê u seyrangehên bûharê min xwe dûrî van calakî u xebatên pîroz nedît u bi hemû hêza xwe ez di newrozên welatê xwe de pêşdardibum u wekû dîjî min berê xwe da dawet u shahîyên miletê xwe de ez bi karibim zarokên xwe xudan bikim bi hunera xwe lê min tim di xwest ku ez xwe bi parêzim weku kes  u her wisa hunereke teybet u sitayleke teybet girêdayê ramanê xwe bi şopînim u omîdarim ku gelê kurd ji min u hunera min razî be …
Di gel soza min ji miletê minre ku ez her berdewambim bo xizmeta hunera kurdî ta min ev deng hebê wê ev deng di xizmeta heskerin u xoşewestîyê u kurdayatiyê de bê ..
1979 .. Cd 1 min tomarkir bi navê (Biska li ser çavan hilê).
1983 .. Cd 2 min tomarkir bi navê (Silavên te gihana min).
1986 .. Cd 3 bi navê (Ez xom xoma ava çema).
1991 .. Cd 4 bi navê (Biçim kurdistan).
1995 .. Cd 5 bi navê (gava bimrim yar).
1996 .. Cd 6 bi navê (Xeyda ji min xeyêdîye).
2002 .. Cd 7 bi navê (Ey dil dilo).

http://www.selahose.info/index.html

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...