Mixabin ka 20 Melyon kurdên Bakur ?? li Amedê Şêx Seîd bi 50 kesî hate bîranîn

Şevger

Berî her tiştî hezaran silav li giyanê Nemir şêx Seîd u hemû hevalên wî u yezdanê mezin wan bi buhişta xwe şad bike..
hezar silav li her 50 kurdên welatparêz yên li Amedê derketin bîranîna Şêx Seîd ku ji rêxistina Tevkurd u partiyên din bûn..
pirs:
1- çima li Aemed a ku 2 Melyon kurd tê de heye xelkê bihtir ji 50 kesî pêşdar nebûn u Amed di destên kurdan de ye (yan jî di destên Apoçîyan de ye) ??
2- gelo ji tirsa dewletê nikarîbun derkevin bîranîna Şêx Seîd ?? yan pkk wan bîranînan pîroz na bîne û rê nada ku kesek bîranînên bike??
3 – gelo ma bîranîna şêx Seîd ne pîroztire ji ahangeke pûç ku Şaradarîya Amedê hunermendekî pêşwazi dike u 500 000 kes Amede dike ku bêjin aşîtî u biratiyaTurki ??
4- ka tevgera kurd ya dervî pkk li bakur u çima nikare 20 000 kurd rake çalakîyan? u nikare 3000 kurd li Europa rake çalakîyekê ?
5- ma ne kambaxîye ku raghandina Başûrê kurdistanê weku 5 qenalên asmanî ser bîranîna şêx Seîd u hemû nemirên parçên dî na raweste ??
6-ma wê kengî raghandinek netewî were ava kirin ??
7-çima partî u rewşenbirê Başûr u rojhelat u rojavayê kurdistan Şêx Seîd u wan nemirên din jî bo xwe nakin milk û malekî netewî ??
8-Ma ne ya herî giring ewe ku TEVKURD qenalek asmanî setalayt veke de rêberîya xelkên bakur bike u berê wan bide rêbaza azadiya kurdistan li şuna îdî bese yan aşîtî u demoqratîya Turki yan parastina Kemal Ataturk ??
9- çima TEVKURD radiyo venake ji Europa u deng bide bakurê kurdistan bo hişyarkirina gêncên kurd??
10-ki gunehkar e li bakur / Dewlet ? yan PKK ? yan TEVKURD u partiyên biçûk ? ku ev bîranîn nabin
11- TEVKURD çi xebatê dike li Europa hemberî dewleta Turki u peywendiyên TEVKURD bi Dewletên Yekitiya Europa re ??
12- Gelo wê TEVKURD bê Abûrî karibe xebat bike??
13- gelo wê TEVKURD 20 salên din jî bê Tv be?? wê çawa xwe bighine 20 melyon kurd li bakur?
14- gelo siyasetmedar û layênger u dostên TEVKURD ê amede ne ku her yek 1000 Dolarî bide bo avakirina raghandinekê yan mesrefa çalakîyekê li welat yan li Europa??
15- gelo hîna ew hicet u mehana maya ku ew partî bêjin em ji tirsa pkk nikarin tekuşîn bikin??
16- gelo bawerîya we tê bi hev, ev kesên ku hun revîn ji welat u bakur vala hişt?
Tîbînî:
tenê koçka Rojavayê kurdistan bi rêveberîya Şevger u jir u har u Yado li ser internêtê bîranîna Şêx Seîd hate kirin bi pêşdarbuna hijmarek welatparên kurd.
Mixabin pirs pirin u derd jî pirin u her kesek bersivan li gor xwe dide u her yek jî dibêje ez u ne kesek….. mixabin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…