Bajar

  Qistentîn Kefafîs
Werger; Ciwan Nebî

Te got ; ezê biçim qadek e din,
deryayek e din
da baştir

ji vî bajarî bibînim
 hînde hemî kiriyarên min tawanbar      

û  dilê min
weke laşekî mirî binax kirî
 ez  li vê tariyê çi dikim?

 Ji kû ve têm

ji pêvî wêranan di jiyana xwe ya reş de
                            nabînim,
 min sal û sal derbas kirin,
winda kirin,
wêran kirin.
 Lê tu qadek e din nabînî
ne jî deryayek e din.

Wê bajar li pey te be                     

û tu ê di eynî rêyan de bigerî,
di eynî taxan de mezin bibî
û pîr bibî di eynî malan de.
Wê herdem rê
te bibin vî bajarî,
lewra hêviya revê neke
ne gemiyek  te heye
ne jî rêyek te

û çawa li vir jiyana te

di vê qurçikê de wêran bû
tu bi kû ve biçî
ew wêran e.
ciwannebi@hotmail.com            

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…