Daxûyanîya Komîta çap û weşanê ya Dezgeha Sema

Piştî ku Dezghea Sema Ya çandî û hunerî pîlana xwe ya sala 2007an bi serkeftin bi dawî anî û di encamê de 13 pirtûk ji nivîskarên kurd re çap kir , îro dest bi avêt bernameya xwe ya 2008an de dike û vê daxuyaniyê radighîne ku komîta çap û weşanê ev pirtûkên ku navên wan li jêr hatine rêzkirin wê bêne çapkirin .
– 1Gulên Mûmdankan …Helbest, bi Kurdî : nivîskar : Muhemed Hemo
– 2Ayetê   Çiyan ……Helbest, bi Kurdî  : nivîskar  :  Xemgînê Remo
– 3Qiraliyeta Ferûniyan  ..Helbest,  bi   Erebî…nivîskar : Tamara
– 4Bo Çavên te …Helbest : Ahmed Arif .. wergerandin bo zimanê Erebî : Dîlan Şewqî
– 5Tirsa Bê Diran …Roman : Helîm Yûsiv : wergerandin bo zimanê Erebî : Fewaz Ebdî
– 6Çemê Êvarê  …Helbest,  bi Kurdî ..nivîskar : Mehmûd Badelî
-7Peyvên Şehîd …Helbest, bi Erebî …nivîskar : Hoşeng Osê
– 8Berxê Kesk ..Roman bi Zimanê Kurdî …nivîskar : Azad Elî .

Hêjayî gotinê  ye ku wê komîta Çap û weşanê di hin xalên di nava pirtûkan de destkariyê bike ( çi sererastkirina hevokan be yan guhertina wan be ) piştî destûra nivîskar, her weha wê wêneyê berg nivîskar bi xwe hilbijêre . û dizayin û derhênana hunerî wê çapxane bike …

Rêz û Silav

Komîta çap û weşanê ya Dezgeha Sema

1062008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…