DOZA TEVKURDÊ LI RIHEYÊ DEST PÊ DİKE…

Îbrahîm GUÇLU

TEVKURDê, beriya ku ava bibe, li ser navê “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd”, di 24. 12. 2006-an de li Riheyê civîneke giştî pêk anî. Beriya civînê,  Dadgeha Riheyê, bi sedema ku “di civînê de tewana bê kirin” bi lezûbez biryara bi kamereyê şopandina civînê da. Civîn, ji bona ku di saloneke girtî de pêk dihat, biryara hatibû girtin, li dijî hiqûqa heyî ya Tirkiyeyê jî bû. Lewra dadgehên herêmî û dadgeha bilind, gelek biryar dane ku civînên di salonê girtî de pêk tên, nayên şopandin û ji bona van civînan îzin naye girtin.
Lêbelê ji bona ku desthilatdar û dadgehên herêmî yên Tirkiyeyê ji hiqûqa xwe ya heyî re jî rêzgirtî nînin, ji derveyî pîvan û rasyonalên xwe  jî gelek bi hêsanî dilivin û biryar digrin.
Ev biryara dadgehê ji bona ku li dijî hiquqa herêmi ya Tirkiyeyê û krîterên YE-yê bû, me jê re îtiraz kir. Lê şopandina civînê ji aliyê karbidestên fermî de, ji bona TEVKURDê pirsgirêkeke girîng nebû. Lewra TEVKURD, yekîtiyeke vekirî, bêîtiatkar, ne legal û ne jî îllegal e.
Civîna TEVKURDê, di 24. 12. 2006-an,  salona Otela Herranêde hat bi darxistin. Ji gelek bîrûreyên rengîn û cûda kesên rewşenbîr û siyasetvan; jin, mêr, ciwan beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi dehan kesên beşdarî civînê bibûn, axevtinên gelek girîng û naverok dagirtî pêşkêş kirin.  Di civînê de gelek kesan li ser dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, li ser çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd, li ser model û babeta yekîtiyî li Kurdistanê, li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li ser siyaseta serwerî ya dewleta tirk û siyaseta we ya kolonyalîst li Kurdistanê axevtin kirin.  
Piştî civînê di derheqê civînê de lêpirsîne dest pê kir. Her çiqas dozgerê Komarê Erhan SAGLAM bîrûreyên gelek kesan negirtibe jî,  doz, piştî salek û du mehan, di 29. 02. 2008-an de bi doznameyeke gelek prîmîtîv û ne ciddî vekir.
Doz, di derheqê min (Î.G), Fuad Onen, Eyyûp Karageçî, Arîf Sevînç, M. Kemal Oguzlu, Nadîr Yektaş, Sidki Zîlan de vebûye. Gorî doznameyê, ji aliyê TEVKURDê û ev kesên di derheqê wan de doz vebûyî, xala 215/1, 216/1, 301/1-emîn a Qanûna Cezayê îxlal kiriye û ev xalan bin pê kirine.
Doza TEVKURDê dê di 17-ê Hezîrana 2008, saet 10-00-an de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 3-emîn ya Riheyê dest pê bike.
Ez di vê baweriyê de me ku li  dadgehê li ser qerektera dadgehê û li ser pirsên din yên dîrokî û Kurdistanê gelek bîrûreyên balkêş dê bên pêşkêş kirin.

Amed, 12. 06. 2008

Îbrahîm GUÇLU

Sekreterê TEVKURDê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...