Yûsiv her bo Zulêxa ye

  Hesîb Qeredaxî (1929-1997)

Ji soranî bo kurmancî:
Botan Letîf Mawîlî
Besam Mistefa     

Birayên min….

Hezar û yek sundên giran bo bavê min
Xwarin,
Heta rê bi wan bide ku bi wan re derkevim çolê
Gotin: seyran û hera ye,
bira jî li pişta bira ye!
Êvarê di wextê vegeriyanê de
Min girêdan,
Min birin ser bîreke kûr
Min hawar kir…lavlav kir
Kirasê li ber min bû dirandin
Tenha gavek bû,
Wekû balindeyê baskşikestî,
Berbi kûrahiyê ve çûm…
Berbi heldêra tarîtiya bîrê,
Rondika min bû tirûskek!
Ne deng ne reng,
Tenha min hesret dikêşa…
Ronahiyê çavên xwe girt,
Ne dixwest veke!
Birano, tawana min çi bû
We ev derd di seyranê de,
Ji min re çêkir?
We girêkên kor di dilên we ên reş de

Bi vê azara min vekirin?!

Eve dunya ye û rêga ye,
Hezar pend û bûyer û tiştên seyr
Weha têda ye
Wek dibêjin rasthatin ji pilanên Xweda ne!
Bavê min jî ji we hemûyan dil bi guman e û

Pirsiyar jî di dil de hene!
Karwanek tê û min derdixe, min dide destê

Evê rêyê….
Her wa bû û her jî waye!
Gehîştime nav koşka Ezîz
Ez Yûsivê evê şîretê me, ne ewê dî me
Min biriyar daye, eger çirkeyek ji
Temenê min mabê-ji bo Zulêxa bê
Piştê bi wan birayan,
Girê nedim.
Yûsiv her jibo Zulêxa ye

Li mala herkesêkî da ye..

Çunke di hembêza wê de
Limêj diruste û ji bo Xweda ye!
Rojgar jî tê, û vê şîira min
Dixe di Ferhenga Xem!
Gur jî bi pilana bira,
Birayekî dî dike bi
Jem!
—–
*Serçawe: Ferhengî Xem-sercem şîirekanî Hesîb Qeredaxî-Bergî Dûwem.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...