Helbestvanê netewî, Seydayê Tîrêj: Lêkolînek rexneyî, ji hin helbestên wî re. «Xeleka hefta»

  Xalis Msewer

Sirûda: Pêşmergê me

Rabe tifingê hilî, pêşmergê me
Rexta bavê ser wî milî, pêşmergê me
Tu bi şer û ceng û gilî, pêşmergê me
Tola me Kurda hilî, pêşmergê me
Ev rêzên helbestî bi rengê stranî hatine rêzkirin, ku bêhna şoreşgêrênyê ji tîpên wan difûre, û pir bi hêz û germayî rêzbûne . Peyva /rabe/ hestên raperînê bi mirov re diafirîne, û vêre jî navê alavên şer tên mîna- tifing – rext- pêşmerga- şer – ceng – tol – ango mirov xwe di qadeke şer de dibîne.  
Ji alîkî dinve jî, ritma û mozîka û qafiya malikan bi lebata laş ve tê  girêdan/tifingê hilî – rexta bavê sermilî/ û bi cênavê diwem ango, bi şêwaza (xîtabî) tikista sirûdê berdewam dike. Û her malikek du deng jê têne der, dengê stranvan – çimkî me gotibû, malik bi stranî hatine lidarxistin dengê nerm ji pêşî têne der mîna- tola kurda hilî – û dengê kewres yê herî xurt û bi hêz, ku ji lazîma– pêşmergê me – derdikeve ku di cih de û ji nişkave tasîra xwe li saykolociya xwêner dike û û hestên wî tevradike.
Em dibînin jî ku malkên sirûdê, bi rengê stranî û navtêdan û ajotina ser şer hatine organîzekirin.
Ji vir tê xuyakirin jî ku çiqasî di aniya tîrêj de, damarên hêrz û mêranyê radibin serxwe, û di mejyê wî de ramanên şoreşgêrî tevdigerin. Tîrêj ne bese şerê azadiyê ji pêşmergê Kurdistanê bi tenê dixwaze, lê ew tolhildana dîrokî jî ji dijmin dixwaze – ku dibêje:
Tola me Kurda hilî, pêşmergê me-
Ev jî tê wê manê, ku çiqasî dijminan di dîrokê de, stemkarî û zordarî bi ser Kurda de rijandiye, ku îro Seyda tolhildanê ji van dijminên zordar dixwaze. Û ku nerînek bi kiştî mirov li istîtîka sirûdê bininêre, wê bê xuyakirin, ku çawa Seyda karîbû li vir tabloyeke cengwar bi sirûda xwe bineqişîne, û bi wêneyên deng û dîtin tabloya xwe xwe pêktîne. Tîpa/R/ jî di herdûk malkên pêşî de dengekî xort dide malikan, ew jî bêgûma mîna dengê xurîna topên cengêye, lê peyv yan jî lazîma /pêşmergême/ teqzedike, ku ew gelekî hêvya paşeroja miletê xwe di tivinka milê pêşmergan de dibîne, ku bêyî tivinga van qehremanan, Kurdistan tucar û tucar li ser ruwê dinyê, rizgar û azad nabe.
Lê malkên bi stranî herî xweş li bal tîrêj peydabûne, ku hinek jê bi rengekî dahênan(إبداعي) hatine rêzkirin, nemaze malikên sirûda bi navnîşana(Ey Bibilê Dilşadîye), ku bi awazê herdû hunermendên kurd, yên hêja û deng xweş, Şivan Perwer, û Seîd Gabarî, hatine stran û ji vê sirûdê me du malik dane ber rexnê, ku ew jî evin:
Ey bibilê dilşadî hela         wer bike fîxan
Derdê me pire ey lo bira     birîna me kûre
Tîrêj dixwaze arekê bide jiyana xwe, û hinekî bi bibilê dil şadî re, kul û kederên xwey giran,  ku ew jî kul û derdên miletê wîne, hinekî ji bîrbike, û hest û ramanên xwe piçekî rehet bike. Ji aliyê derve de jî, ango ji aliyê ritm û mozîkê de, ev malik bi stranî, û di rengê dîlanê de, bi awakî dahênan hatine rêzkirin, nemaze peyva – hela – ku dev ji hevdike, gastîneke fireh dide bêhna mirov, rawestandin û ritmeke bêhawe xweş di gotinê de çêdike, ku staranvan karibe nefesa xwe bistîne, û ji wir gava didiwa bi stranî bavêje.
Dîsanê di sirûda bi navnîşana (Ey welat) de, Tîrêj weha dibêje:
Ey welat ez can û fîdayê, deşt, û zozanê te me
Can  fîdayê av û dehl û bax û bîstanê te me
Tîrêj bi emraza bangê/Ey/ ku di warê zimên de, ew tîpeke balkişêne, bi hiner û hêza vê tîpê li welatê xwe diqîre, û xwe ji deşt û zûzanê wî re qurban û canfîda dike. Li vir tê xuyakirin ku çiqasî Tîrêj evîndarê milet û welatê Kurdistanêye, û ji dêvla peyva çiya zozan bikaniye, ji ber ku cudabûnek di navbdra zozan û çiyê de xweş peyda dibe, zozan jî li bal koçerên kurd bi navê biharê û gul û çîçekan tê nasîn, ji ber ku kurd çiyayê bêdar û bê şînahê bêxêr dibînin(Çiyayê bêxêr). Û ji ber ku Tîrêj welatê xwe pir nazdar û bi nirx û giranbuha dibîne, û cihê herî mezin jêre ji nav welatên dine vediqetîne, û peyva /zozan/ ku mozîkeke mina dengê zengil ji tîpa/Z/ dertê, û bêhna giya û kulîlkên ware koçeran jê difûre, ji ber wilo ev peyv ji dêlva çiyêve bikaraniye. Weha Tîrêj, hesta xwe û şînahya wan şax û kulîlkên kurdistanê tvlihev dike, û dibe canfîdayê deşt, û zozan û dehl, û baxê welatê xwey rengîn û xweş.
Evna tê wê manê ku Kurdistan bi cuxrafiya xwe ve, pir zengîn û bi rewş û xeml û xêze, hêjaye ku rûniştmanên wî canê xwe di berde fîda bikin û neyar û dagerkeran jê derxin û biqewitînin. Lê vir jî xweş tê nasîn, ku Seyda bi van malkên xwe, bi rengekî neyekser banga raperîn û rizgarkirkinê li miletê kurd dike.
Li vira jî, dive em zanibin, ku Seyada dewla helbesta xwe dahiştiye bîra evînî û hezkirnê, û di sirûda bi navnîşana (Azana Melê) de, weha dewla xwe ji evînyeke xortanî dadigire, çimkî berî gotina dilê melan tenike, û weha dibêje:
Rojek ji rojên tîrmehê
           Da min civanek çavkilê
Çavê min bûne steyrk li rê
           Kengî li min wê roj hilê
………………………………..
Em hatin hevdû bi gez
           Li ber dîwarê kokilê
Ji hêla himbêzê mezin
           Min dest dirêjkir paxilê
Ew paxila pişkoj li ber
           Dû sêv min jê anîne der
  Ev sirûd bi ritim û stiranî hatiye organîzekirin, ku laşê mirov li ber van malikên  bi ritma û kêş ji ber xwe ve di live, û sema û dîlanê dike, ne weha bitenê jî, lê dibêjim sirûd bi awakî çîrokî û diramiyeke biken de hatiye gotin.
Xuyaye jî ku helbestvan rastgoye, û hê nikare xwaryê têxe dildarya xwey germ de, ku rola demê (الزمن) û cih jî li cem pir giringe, ku evîna xwe bi sînordike – rojek ji rojên tîrmehê – li ber dîwarê kokilê – dibêjim jî ku helbestvanê mey romans û kilasîk, karîbû li vir diyardeyên gelepûra kurdî di nav helbestên xwe de bikarbîne, û tikisteke li ser evîniyê vekirî biafirîne, û hinekî rê bide raman û xeyalên xwênerên xwe ku baş di tikista sirûdê de birame û micûl bibe. Ango ev gotina/rojek ji rojan/ di nav kelepûra kurda, û hemû gelên rojhilatanavîn de cihekî civakî û gelepûrî digire.
Ji aliyekî din ve, ku em bi çavê rexnevan li malikên sirûdê binêrin, emê wêneyên dildariyeke kurdîtî, bi istîtîkeke xweş tê de bibînin, ew jî çaxa helbestvan yan lawikê evîndar û yara xwe li ber dîwarê kokilê, ji dêlva hevdû maçîkin, ew dirin hev bigeza û ji germaya evînê devlihev dikin, û rû û lêvên hevdû xwîn kirine û peritandine, çimkî şêwaza rapor û rasterastiyê(التقريرية والمباشرة) di gotina malikan de heye jî, lê wêneyeke ciwan daye hêza xortanya herdû dildaran ku dibêje:
Em hatin hevdû bi gez      li ber dîwarê kokilê
Ev giyanê xortanî di helbesta seydayê tîrêj de, pir xwênerê xwe bi malkên xwe ve micûldike û hestên wî bêhemta tevradike. Dîsanê şêwwaza balkişên(إسلوب الإلتفات) ango paşxistin û pêşxistin(التقديم والتاخير) bikaratîne, ku helbestvan karîbû bi vî hawî malika xwey helbestî ji paxşan(netriyetê) bidûrxe, û ji dêvla ku bêje:
Li ber dîwarê kokilê     em hatin hevdû bi gez –
ewî bûyer berya cih aniye ziman û gotiye:
Em hatin hevdû bi gez     li ber dîwarê kokilê
Hem balkişên hem jî awakî lebat û ritim daye malka xwe, ku ev jî mîna me gotibû: Şêwazeke huneriye nemaze di warê helbesta nûjen de tê bikaranîn. Lê dîsanê dibêjim: Wêneyekî din, xweş û delale foliklor û kilasîk, ku di dildarya Kurdî de tê bikaranîn, bi mer derbasbûye, ew jî çaxa pişkoja sînga yarê vedike, û destê xwe radide paxila wê û du sêvan jê dertîne. Lê bêgûman Tîrêj vê bûyerê temsîldike, û li ser zimanê hemû dildaran vê yekê dibêje û dibilîne. Ango hebestvan di bexçê dildaryê de bexçevanekî xwedî ezmûneye, û zane çawa destê xwe bavêje cihê naziktirîn ji laşê yara xwe, û dû sêva ji dara evîniya xwe  hilqetîne, sêv jî gereke memikê yara wîne, ku ew jî – mina me gotibû – di dildarya kurdî de wêneyeke kilasîk û kevine, lê hê pir spehî û ciwane.
 Mirin di helbesta Seydayê Tîrêj de
Di sirûda xwe, ya bi navnîşana: (Mirin çiye?) de weha dibêje:
Ez mirinê dibînim ne bi xwen û xeyala
                  Gurekî birçî û hare li ber derê hermala
Têr nabe ew ji goştê admizda
                  Devê wî sore herdem ji xwîna bav û kala
………………………………………
Ey kesê jar û reben bela dilê te xweşbe
                  Mirin êşa wê yeke tev kêferat û nala
Serok û mîr û zengîn dema diçîne gorê
                   Destê wan ji zîv û zêr wekî destê te vala
………………………………………
Çikes tê dunyayê pêxwas şifilî tazî
                   Wê têkeve bin axê tazî û bar şewala
Weha diyardeya mirinê li bal tîrêj mîna gurekî birçî û devbixwîn têxuyakirin  , ku em dizanin çiqasî gur bê rehm û dilovaniye nemaze çaxa birçîbe, ku dilê wî bi kesî tucar naşewite, û hemû bav û kalên me vî gurê dev sor ew ne lihişî xwarine, û ew gur li ber deryê herkesî mêvanekî bê ewleyê. Gur jî li vira semboleke pir di cihê xwedeye ji mirinêre.
Evna jî wêneyeke semboliye ji mirinêre di helbesta Seydayê Tîrêj de bikarhatiye, ango ew mirina mirov teqze dibîne, ku kesek jinav pençe wê nafijite, û bi dûv jiyanê de her û her mirin heye, ew jî ne xwen û xeyale. Weha mirin bi kesayetî (تشخيص) hatiye pesinandin, û dibêjim: Di sirûdê de birînek (انقطاع) watasazî (sîmantîkî) heye, lê birîn jî di yekîtiya têgeya sirûdê de hatiye bi cihkirin, ku ji danasîna mirinê –
Ez mirinê dibînim ne bi xwen û xeyala
                  Gurekî birçî û hare li ber derê hermala
diçe helwêsta jar û belengazan, di sînga mirinê de dide xuyakirin, û dibêje:
Ey kesê jar û reben bela dilê te xweşbe
                  Mirin êşa wê yeke tev kêferat û nala
Weha dilê van belengazan bi jiyana wan xweşdike, û dibêje: Li ber mirinê bi tenê wekheviyek mirovantî heye, û bi wêneyekî kilasîk û gelepûr dibêje: Dma mirin tê, têrmal û xizan herdû dikevin ber wê nalîn û kêferata mirinê, herdû wekehev destvala dicing wê tarîtiya gorê. Weha em dibînin, ku ev malikên ha, di rengê dilxweşkirina xizana û hêvyê de têne lidarxistin, û bi watayin lasayî hatine siwarkirin. Û dibêjin jî: Ku tikista sirûdê, bi awakî jevgirtin (تناص) bi ramanên olî re hatiye hûnandin.
Lê li vira malika herî istatîk û hunerî ya dawiye ku dibêje:
    Çikes tê dunyayê pêxwas şifilî tazî
                   Wê têkeve bin axê tazî û bar şewala
Di bawerya min de, ev malik wêneyekî mîna (Ciyokenda) dide xwêner, ku hem girî hem ken di naveroka xwe de pêktîne. Girî û ken, di vê wêneyê ha de tê xuyakirin- wê têkeve bin axê tazî û bar şewala- Ango giryê mirov tê çaxa mirov bi sêflî dikeve bin xê û destê wî ji xizm û hogirên wî tê birîn,  û ken çaxa dice gore tazî û bêderpî. Ango ev mirî bê derpî û bi hesret û bê mirad, dinê berdide û diçe gorê.
Sirûda: Xurist  di helbesta Tîrêj de
Li wan berpal û qûntarên çiyê
             Qutîna şivan, û marmara miya
Pez û berx û kar, pêk ve di çêrin
              Ji pencê çilo, ji rengêd giya
…………………………….
Bi dehil û bexçe bi çem û bi av
                Ji sînga çiyê derdibin çend sulav
Timî lê buhare, kulîlk û giya
                Ji jêrê wê deşte li jorê çiya    
Tê xuyakirin ku tîrêj bi xursta welatê xwe ve gelekî payebilin û dilxweşe, û hestên xwey şanaz  û xemilandina xurista kurdistanê tevlihev dihûne, û mîna koçerekî di nav hêrik û pala newal û qûntarên çiyayên kurdistanê de pezê xwe radike û diçêrîne, û berx û kar, giya û çilo, û kulîlk û sulav, dinav hev de tabloyeke romansî pir ciwan ji vê xurista kurdistanê re diafirîne.
Ne bese wilo bitenê jî, lê – mîna me kotibû- hest û hewesên xwe, û deyardeyên xurstî, bi peyvên folklorî mîna – berpal- qûntar- maremar- pez – berx – kar- tevlihevdike, û ji vê tevlihevyê xuristeke kesnedîtî ji kurdistanê re diafirîne, û bihuşteke rengîn bi xeml û xêzên şînahî û lêwelêwa ava çeman, û kulîlkên rengîn, û şînahiya giyê, û xuşexuşa daran, û hîb hîba sulavan, û stramên şivan û çûkan,  ber biçav dike. Lê buhara welatê kurdistanê li bal Tîrêj, ne weke buhara tu welatên dine, ji ber ku li kurdistanê salmidêr buhara, û vî tiştî bi firêza/Tim lê buhare/ dide xuyakirin, ku tim bi wateya herdem tîne ziman, ango li kurdistanê buhareke vekirî heye, ku mîna wê li kêm deveran peydadibe.  
Sirûda: Benda/11/ Adarê
Emê li vir dîsanê hinekî din, bêne ser warê netewî û li Seyda di vê mijarê de guhdarbikin. Ku çawa li vir pesnê Berzanî dide û dibêje:
Rihberê xortên Serbilindê Kurd û fîdakar jîrekê kar û xebat
Çaryehê miletê Kurd serwerê xortan mela
Rengê Xorşîdê cîhan Îro li Berzan xweş hilat
mozîk û ritmeke pir xweş ji rêza dawî dertê, û pesnekî nazik ji rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Berzanî re dide, û wî rêber ji vî miletî re dibîne- Ango rihberê xortên fîdakar û serbilinde. Li vira gelekî ev rêzên helbestî bi hêrz û geremayî hatine sûtin, û bêhna kefteleft û hêvyên ayendeyî ku ji peyvên mina – xortên serbilind – fîdakar- xebat- xweş rohilat –û ji hest û giyanên zor netewî dertên.
Xort jî ne xortên normalin, lê ew pir serbilindin, ku serê xwe bi rêberya Berzanî tucarî ji dijmin re netewan dine û natewînin jî.Ne wilo bitenê jî, lê tîrêj xwe davêje ber siha kelepûrê xwe yê Kurdî, û vî kelepûrî di vê tikista xwey helbestî de baş wêzîfedar dike, û berê kamîra xwe bi te bi teknîka (travîlîng), bal bi sembolên cih û  dîrok û mytholociya Kurdî ve vedike, û tekoşîna van lehengan dike rojevê – Xorşîd – berzanî –xortên kurda . Û pir bi şoreşa Berzanî ve bi hêvî û omîde, ku serkeftin û serxwebûnê bi xwe re bîne, û birastî jî bixwere aniye.  
Sirûda: Gerek li welat
Ji wê em diçûn, hêla çemêşt
Dema cavê me,  li birca belek ket
Axînek giran, min veda û got
Ka ew dem û dor ka tac û Şewket
Kanî Bedirxan ka ew beg û mîr
Qehremanê Kurd şahê cîhangêr
Ji vê tikistê jî tê xuyakirin, ku Tîrêj mîna rêwîyekî kezeb şewitî, li cih û warê welatê xwe digere, û diçe serdana egîtên kurda, û li nav bermayên welêt cih bi cih digere, û serfirazî û pozbilindaya xwe bi van sembolên netewî, û bi van bermayên kevnar dide xuyakirin.
Di gera xwe de, Tîrêj riya xwe bi Şahê kurd Cemêşt dixe, û dice Cezîra botan birca belek, û bi hest û helwêsta xwey sîkolocî mijûl dibe, û axîneke netewînî germ ji hinava wî dertê, ku karîbû helbesta xwe bi vê teknîka paşveger (إستعادة الماضي) û vê teknîka helbestî, hunereke çîrokî û diramî, û bi pirs, û axîn, û keser, û hewlawela(حيرة) bikartîne, û kul û keder û xem û xeyalên welêt wî direvînin – ka ew dem – kanî Bedirxan – û axîn û kesereke kûr û dûr, ji hinav û dilê wî dertê.
Tîrêj dîsanê, bi pirseke bê bersiv, û bi teknîka bîranînê (تيار الوعي) mîrê kurda yê çeleng û qehreman, Bedirxan paşayê Botanî bibîr tîne, û pirsdike: Gelo kanî ev qegremanên ha..؟ Lê ji sirûdê nayê xuyakirin, ku wê kesek di hewara Kurda de bê. Dîsanê mebesta helbestvan ewe, ku dixwaze dîroka mêrxasiya sembolên dîroka kurda ya tiracîdî, şanî xortên kurd bike, û hêrzên wan tev rake, û qehremaniya van lehengên dîrokî bîne berçavên wan, û ji wan re bêje: Gelî xortên kurd… hûn ne ji dare hatine birîn, hûn – mina hemû miletên dinê – di dîrokê de, mîr û kizîr bûn, xwedî tac û dewlet bûn, xwedî dîrok û leheng û kelepûr bûn, lê neyaran nihiştin dîroka we here serî, û bi hovîtî welat û miletê we qurmiçandin.

Tevlî ko tikista sirûdê bi şêwazeke rapor ûrasterast de hatiye rêzkirin jî, lê kêş û qafiya sirûdê hiştiye ku bi awakî xweş bê ber goh û çavên mirov, û karîbû xwênerê xwe pêmicûl bike, û wî pêkêfxweş û dilxweş bike, ne wilo bitenê jî, lê helbestvan bi zanebûn cudabûn û birînek (إنقطاع) kiriye nav malkên xwe de, ku hiştiye yê xwêner pêve bêgirêdan û bi lezet xweşî bixwêne, û jê nefret nebe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…