Romanek li ser Ehmedê Xanî

Romana nû ya Jan Dost ’Mîrname’ di nav weşanên Avesta de derket. Mijara romanê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdariya hundir û derve xebatê dike. Tevna wê bi tayên fantazya û tarîxê hatiye ristin. Romaneke balê dikişîne ser nakokiyên siyasetmedar û rewşenbîran. Şêweyên têkiliya di navbera wan de û  berî her tiştî dixwaze ferqa wêjeyê bîne ziman, cihê nivîskarekî di civakeke mîna civaka kurdî de bide xuyakirin.
JAN DOST 

Li Kobanê, Kurdistana Sûriyê sala 1965an çêbûye. Xwendina xwe her li bajarê xwe heta lîseyê qedandiye. Li zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê bêyî ku temam bike xwendiye. Ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. Bi navê Mijabad û 3 gav û 3darek du romanê wî çap bûne. Demek dirêj e li ser Ehmedê Xanî û bi taybetî Mem û Zînê kar dike, heta niha çend çapên cihê amade kirine.  

Mîrname

Jan Dost

Roman

ISBN: 9789944382472

19.5×13, 232 rûpel

13 YTL

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…