Helbest u Vidyo

KOÇA XEMBAR

  Xemgînê Remo

Diyarî bo hevalê min Arşev Oskan

Ez hîn jî
Wan şiva-rêkên pî bi gul
Heroj hemîya di pîvim
Ji Kepez ta Gola gulê …
Ey kîvroşka ji nêçîra dil revî
Û li deşta Sirûcê wenda bû
Ez dilvan bûm

Ne nêçîrvan bûm …
Gava evîn dibe kul
Û awazên dil dengê bilbil
Ji xwe wê keser bimîne gul
Û şandekê keserê min
Li ber ba yê kur
Xezalokê payîzî ne
Li dûv koça te dibezin
Ha li vir û ha li wir …

Axx ..cûdahî ya evînê
Jînê pişta xwe daye min
Dar-bihîvên li dor birkê
Dilberê va dîsa gul dane …
Dêlyên tirî
Di gel wana şax berdane …
Û arê tenûra te hilor nebû
Ku dîsa nanê dilê min bisoje
Ezê tacên kulîlka
Vêva ji kêre bihûnim ?
Li bin wê dara civîna
Bi kêre rûnim ?
Û ezê çi navî li hîvê bikim
Ku hîv û sitêr bi tere çûne …?

Xemgin-61@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…