Dayê

 
Dayê! Cejna dayikê li te pîroz be

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Yekem kêlîka pêşî, gava min xwe di çermê malzaroka te de diveşart. Ji gava ko min canê xwe li asoyê dilê te de difirand. Gava te navika min bi benê xwîna xwe ve girê dida, ji wê hingê ve ez li ber mehder, dilovanî, jîndarî û qenciyên te me!

Neh mehan, min barê te giran kir. Neh rojan min qolincên te gur dikirin û neh demjimêran min hawara dilovaniya te bi perê asîmanan dixist!
Piştî evê rencdariyê,* weke begekî ne westiyayî, nazik û efendî ji nav tariyê bi bal roniya jiyanê ve derketim. Bi şevan, belê bi meh û salan te hişyarî li hêminî û aramiya min dikir.
Dayê! Tenê giriyê min bi giriyê te re tê, tenê li ber hilma te dikelim û ji çavên te şitlên dildariyê divejînim.. Her ez diçim û têm peyva “Xwedê bi te re be” li ber guhê min e. Rabûn û ketina min, destê te li bin serê min e.
Delalê! Ez cangorî dilê te ê mezin im. Bi xêra şîrê te ê paqij û zelal, bi ser hevrîşma jiyanê ve bûm. Bi xêra pêlvedanên dengê te, ji tengasî û talokan rizgar dibim!

Diya min î rind û delal
bo te sed silavên zelal
germ, hêja ji dil diyarî
diyarî dilê şiyarî

Lê lê lê lê lê lê dayê

Evîna te pir mezin e
Kêf û şahî û gazin e
dûrbûna te pir dijwar e
germa sînga te buhar e

Lê lê lê lê lê lê dayê

Pir ramana negrîne      
gula jînê dayê ºîn e
doza me fireh û kur e    
dîtin nêzîk e, ne dûr e

Lê lê lê lê lê lê dayê

Dayê! Dara jînê ji nêv dilê te geş e. Bi bihna te her hêlîn rûgeş e. Dema tu li nav malê bî, mal bi hêman û bingeh e! Destê te ê pîroz li çi xwarinê, avê û karî be bi “berket e “.
Tu buha û bilind î. Li civakê stêr î, dibistan î, hem dilêriya te finda me a geş e.
Tu ew firişta li ser milên me yî. Destên te ji bo me bi nifrîn û berzûrî Yezdan in. Li ser serê me, tu ew sîwana heyvê, herdem ciwan î, vegirtî û ava yî!

Dayê! kela dilê min, li ber hêsirên te dibe teqînok, li ber çemê xemgîniya te dibe gulok. Dema tu destên evîniyê li ser serê min dişopîne xwîn dibeze, laş dilerize, tevzînok bi bejna min ve dihilperikin. Beranber jî, dilê min bi aramiyê bêtir hest dibe!
Nizanim çima, ji şîrê dilovaniya te venabim.? Di dergûş û dawa te de mezin nabim.
Li ber rûmetê evîna te pir piçûk im. Li ber wan şevên ko tu ji bo min şiyar dimayî, şermîn û pepûk im! Nizanim çi bikim, da bê guneh li ber te birawestim? Bê çare me, dilteng im. Bar, guneh û pelê sûcên xwe li ber te radixînim; bi hêvî me te ji xwe  “razî ”  bibînim!

Dubey  

Hin gotarên din:

Jin şêrîn e, nêçîra kesê dîn e!
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=180

Kujtina Perwaneyên Bêguneh
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=157

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…