Hizbûllah*…têkçûna serkeftinê!!

  Tariq El-hemîd

Hizbûllah kete davika têkçûna serkeftinê de, wê Beyrût-paytexta Lubnanê dagîr kir lê pişt re? Gelo Hizbûlaah dê dewleta “qeyser” Nasrûllah îlan bike yanê dê çekdarên wî vegerin qulik û veşartgehên xwe piştî bidawîhatina efsaneya berxudanê? Û piştî bidawîhatina gotina ko çekên Hizbûllahê ji bona şerkirina li dijî îsraîlê ne?
Hizbûllah kete davika bawerî anîna bi hêzê, û serkeftina wê bû belayek, ji ber vê yekê ku Hizbûllah bû dagîrkerê duyemîn yê Beyrûtê piştî Israîlê. Her weha semyanên dewleta Nasrullah ya îranî hatine eşkerekirinê, bi rawestandina weşandina ragehandina dijberên wê re, dîsanê pirs eveye: û pişt re?
Hizbûllah tawaneke ku dê di bîra libnaniyan û ya ereban de her bimîne pêk anî, dema ku hizra tayfegeriya rûreş gur kir, ji ber ku Nasrûllah bi hêza xwe ya leşkerî serbilind e û wisa bawer dike ku tukes di Beyrûtê de nikare zora wî bibe, lê belê ev yeka ne rast e, ji ber ku gurkirina hizra tayfegeriyê di nava deryayekê ji sunniyan de, wekî xwekuştinê ye.
Rokêt û çekên Hizbûllahê dê sernekevin di cenga baweriyan de. Çek li nik yên din jî hene. Bi ser de jî, hişiyarbûna cengawerê sunî ê tundrew li lubnanê xeteriyeke mezin e ko seroketiya sunniyan bi xwe jî wê destnîşan dikin.
Dema ko Nasrûllah digot û dûbare dikir di gotara xwe de ku xwedê giravî ew tayfeger nine, di heman demê de, alîgirên wî navçên sunniyan li Beyrûtê dagîr dikirin, û alavên ragehandinên partiyaya wî êrîşeke bê serûbin dibirine ser muftiyê sunniyan li Lubnanê!.
Balkêş e ko Nasrûllah ajantiya bi derve re şermezar dikir, û sûriyê û Qatar digotin tiştê li lubnanê diqewime bûyereke navxweyî ye. Lê belê eveya rast nine. Tiştê li lubnanê rû dide bûyereke îranî–sûrî ya xurû ye. Hizbûllah partiyayeke îranî ye: pere, çek û meşeqkirin hemû ser milê îranê ye. Kompaniyaya veguhastin û lojîstîkê û hevgihandinê Sûriyê ye.
Kesên ko serbixweyiya lubnanê û serweriya wê rewa dibînin baş bi vê yekê agahdar in. Misrê daxuyanîk eşkere belav kir ko îran hewil dide dest deyne ser temamiya xaka navçeya erebî. Mixabin ko îran vê hewila xwe bi alîkariya hindek dewletên erebî ko hay ji ewlekariya neteweyî ya erebî nîn in dike.
Dema ko em dibêjin Hizbûllah kete davik anjî xefikê de, ev ji ber ku wê nakokiya mezhebiya xeter pêxist. Her wisa da xuyanîkirin ko kesên bêalî û diyalogxwez wêkî Nebîh Berî* ewjî beşek in ji kirîzê, lê alîgirên tevgera “Emel”(Hêvî)* yên çekdar di kolanên Beyrûtê de çi dikin?.
Dagîrkirina Beyrûtê belayeke gewre ye ji Nasrûllah û piştgirên wî re. Niha, Hîzbûllah divê yan xwe vekişîne, eger wa bike jî pîroziya çekên wê yên qelp têk diçe. Yanê jî dagîriya xwe bidomîne û dewleta Hîzbûllahê îlan bike, û wisa binyet û struktûra lubnanê nahêle, û peymana Tayifê* têk dibe, û libnanê ser serê xelkên wê de tîne xwarê, û rûbirû dimîne bi civaka nêvdewletî re, heye ko piştgirên partiyaya wî(sûriyê û îranê) buhayê xeletiyê bidin.
Hîn bêtir, çendî mayîna çekdarên Nasrûllah li navçên sunnî dirêj bike, dê cengawerê sûnî jî serê xwe rake, hingê dê tawana Nasrûllah bigihîje şîiyan bi xwe jî tevlî hemû lubnaniyan dema wan dixe nava  şerekî qirêj de.
Hîzbûllah niha wekî fîlekî di odeyekê de ye. Yan ewê xirabî û ziyanê bidomîne yanê jî paşde vegere û jehrê vexiwe. Sedem jî çavkoriya hêzê ye, û koratiya îdeolojîk û ajantiya Îranê ye.
……………
*Hîzbûllah: Partiyayeke şîiya ne, li gor nimûneya tevgera Emel ê hate damezirandinê ji aliyê wîlayeta Feqîh ve. Di destpêkê de Subhî Tufeylî wekî sekretêrê giştî ê partiyê hate hilbijartinê.Sala 1991 ê Abbas Mewsewî kete şûna wî de. Pişt re Hasan Nasrûllah-ê ko li Îranê di hucrikên şîîiyan de xwendina xwe xilas kiriye- bû serokê partiyê. Hîzbûllah xwe wekî hêza berxudana li dijî dagîrkerên Îsrailî nîşan dide, lê belê bi vî înqîlaba wê ev yeka derew derket!
*Nebîh Berî: Lîderê tevgera Emel ê piştî nediyarbûna damezirênerê wê Mûsa Sadir ê ko di sala 1974an de tevgera Emel ê avakir (Lîbiya tê tawanbarkirin bi kuştina wî, ji ber ku dema ew di sala 1978an de çûbû wir nema hate xuyakirin). Nebîh Berî 70 ê salî ye, avokat e.
*Tevgera Emel ê: tevgereke şîîiyane, di sala 1974an de li ser destê Mûse Sadir hate damezirandinê.
*Peymana Tayifê: peymaneke di navbera dijberên lubnanê de. Di sala 1989an de hate îmzekirin li bajarê Tayifê li Erebistana Saûdî. Ew bû dawiya şerê navxweyî ê lubnanê (1975-1989). Li gotî vê peymanê lubnan li gorî bingehên tayfê û mezhebî hate dabeşkirin:serokkomar ji xiristiyanên maronî -serokwezîr sunnî -serokê parlementoyê şîî.
tariq@asharqalawsat.com  
————–
Wergerandin ji erebî bo kurdî: Besam Mistefa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…