Komcivîna Revenda Kurdî li Mîrgehên Erebî ên Yekbûyî

Bi amadebûna bêtir ji 230 kesî li Mîrgeha Şarîqa, Revenda Kurdî bi serkeftin hilbijartinên xwe pêk anîn. Hem jî nûnerên xwe yên ko bi rast û ronî karên vê revendê  pêş ve bibin, hatin bijartin.
Doh 2/5/2008 li Mîrgehên Erebî ên Yekbûyî Revenda Kurdî komcivîna xwe lidarxist.
Piştî hewldanên gelek roj, ji bo lihevkirina revendê û bi alîkariya gelek kesên xêrxwaz, Revenda kurdî li hev civiya û bi şêweyekî şaristanî, ji bo amadekariya hilbijartinan, yên ko karibin rajeya revendê li Mîrgehên Erebî bikin. Bi azadî û bê durûtî hem bê dudilî gelek kesan xwe dane pêş rajeya gelê xwe.
Em vê gava giring pir bi rêz û rûmet dinirxînin, çimkî karekî ko merov serê xwe ji ber bilind bike bû.

Di encamên hilbijartinê de ev kesana li gora dengdanê hatin bijartin:

Endamên sereke

1- Kemal Ehmed             (Diploma Bilind Ekonomîk)
2- Xorşîd Şûzî                 (Lisans Matmatîk)
3- Hesen Xalib                 (Diploma Tenduristî)
4- Ebdulwehab Mustefa   ( Peymangeha Tiknolojî)
5- Mus’eb Xalid Elî         (Bekelorya)
6- Elî Mihemed Elîyar     ( Diplom)
7- Hac Arif Remedan      ( Majistêra Pêwendiyên Navnetewî)
8- Mihemed Salih            (Avokat)
9- Fayiz Hec Yûsif          (Bekelorya)
10- cum’a E’kaş             (Rojnamevan)
11- Fewda Kîlanî             (Lîsansa Toreyî)

Endamên berkar

1- Reşad Silêman      
2- Ebdulselam Mihemed
3- Ebdulkerîm Yûsif
4- ………………….

Encûmena Şêwirdar

1- Reşad Silêman      
2- Muxtar Ehmedî
3- Mihemed Elî
4- Ebdulbaqî Mehmûd
5- Serdar Hac Xalid

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…