Êdî divê bizanin ku
Heye li vir
Çinarek e seyr
Rehên wê ji hişkbûnê bêparin
Heye li vir
Çivîkek e cegerdar
Serma û bayê tûj
bi baskên wê nikarin
Karxezalek e dilbijokî
nalîna wê
vedeng e ji bêhnên geş û…
azadiyê re
êdî divê bizanin ku
bi qamçiyan
qamîşên te nakevin
evîndara jiyanê û…
xwediya wî giyanê
ku ronahî pîskek e jê
êdî divê bizanin
kujer û koremar
dolên tarîtî û şevê
yên şev û rojên te disincirînin
kulî û xişindeyên
li bêndera te dihêwirin
divê bizanin
ewên xençeran di pişta te de
dadiçikînin
Gulleyan di bedena te de diçînin
Mihemedên te dikujin
di çal û di newalên nizim de
Xefkan ji tere dihûnin
ewên ji keskesorên te kiz dibin
ey demsala keras şîn
êdî divê bizanin ku
lekeyên şînê
xemla te venaciniqînin
pêtagên dilreşiyê
bişirîna te naçikînin
bagerên zînatê
Pêlên pêdar ji çavên te naweşînin
gulleyên kînê
sor henarên te namaşînin
zîpikên ziyanê
Xunçe û pişkok û gulbuharên te
natirsînin,
zûrezûra û gurintiyan
hîrehîrê ji gewriya kolanên te
namiçiqînin
êdî divê bizanin
Qamîşloka Dê
ku darê zorê kariba
wê çiya
li hember bayê kur tazî bima
kanî ji dilê keviran der nedibû
giyayê jar
ne dikarî mofirkên latan biqelaştana
kulîlka terr
nediwêrî nêzîkî pirêzeyên stiriyan biba
da li banga hetavê were
qeşa di bin hêrs û kela sîng de nedisojî
şikefta tarî û qerimî
bi keleboxa xewnan germ nedibû
marên ku bi jehra xwe sax hatin Qendîlê
bi helkehelk
bi qûnxuşê
berepaş venedigeriyan
êdî divê bizanin
Qamîşloya kovandar
bîreweriya ji xunçeyên hevgihînê bar
ku li pişt ketina her qiralekî dev bixwîn
vînek e ji pola û…
xewnek e beza heye
ew hebûn û nebûnê diafirîne
coşa wan
kela zorê hildiweşîne
Qamîşloka mê
tiştek nagihe te bimije
kesek nagihe te bikuje
qebe qeba te
reşgirêdanê di qermûçankên salên te de
riswa dike
reşxewnan
li şevên reşikên şevê dialîne
tivinga wan li ser lingan vedigerîne
piyala mergenoşa ku ji bo te amade dikin
diçelqîne
û bi ser rûreşiya wan de
dirijîne
de di qontara serbilindiyê de
bê tirs
ava bike hêlînê
ey kevoka bi reng û baskên xwe sûcdar
ey bazinê…
zenda jînê.
-dawî-