(kera) bin şivanan be û ne (momîka) bin xelkê be

Dilêşê kurd

Di hin malperên Kurdîde , berî çend rojan ( Mihemed Hemo ) gotarek belav kiriye navê wê bi qerf  û bi pêkenîn wisa nivîsiye : ( Şivanê Kurdistanê li Monîka siwarin ) ,bi rastî gelek caran navê vî nîv-nivîskarî min di hin malperan de xwendiye , û mi dengî vî nvî-rojnamevanî di hin Telîvizonên kurdistanê de bihîstiye , ku her û her mebesta wî dijûn û xeberan ji tevgera kurdî li sûriya û rêberên wê re bide , û bibêbextî û li gor daxwaza dûjmin şer dike , qet nedihat bîramin ku lê vegerînim ji ber hin sedeman :
–  ji ber li helebê mi ew nasdikir , mixabin wek dost .

–   ji ber ku ez ne tenê ne ( nîv-nivîskarim ) , lê belê  ne ( nivîskarim ) biyek carê re .

–  bi rastî , ez çavnêrê berpirsên tevgerê bûm ku ew bixwe lê vegerînin  , û rûpelên wiye reş ber çav û eşkere bikin .

ji ber van sedeman , û hin sedemên din jî , mi ne dixwst bersiva vî ( nîv-mirovî ) bidim , lê vêcarê kêr giha hestiyê ( Şivanên) kurdistanê weke ku kevne şivanên kurd dibêjin , ewên ku Kurdistan bi xwîn û xwêdana xwe rizgrkirin , û ne tenê mirovê û ker û pezê wê parastin, lê belê ( nîv-mirov ) jî , û îrojî her kul û xema wan Şivan bi rûmet ewe ku çawa  ( mast , rîn , hirî ..) yê ji millet re bidin peydekirin , ku êdî mast ji dewletên din nekirin , nexasim ji yên hevsînor ..

evê yekî hişt ku vê bersivê bidim , hêvîdarim ku tenê carekê em bibin berevanê Şivanên kurd û rê bidin wan ew jî li monîka siwar bin , ji ber ku rewşa wan bitenê nîşana rizgarî û pêşveçûna miletê kurde , ne rewşa nîv-nivîskara nîşane , û vaye vî nîv-mirovî em dilrehetkirin ku rewşa wan jî baş bûye , û li Monîka jî siwar tên ,  û kerên xwe jî rihetkirine , çimkî ew tenê di zanin ku çendî kerên wan wefadarî bi wan rekirin di xebat û berxwedan û jiyanê de , û dizanin ku ew jî cenawerê xwedê ne , û bi gelekî ji nîv-mirovan çêtirin .

li bîra mine ku berî çend salan , Mihemed hemo ji heleba rengîn li ( MONÎKA ) xwe cara dawî siwar hat û berê xwe yekser da kurdistanê , di dema ku hîna ev şivanên ( siwar li monîka ) berdewam bûn di xebat û tekoşîna xwe de ji bo rizgarkirina dawî , ji xwe kesên li Kurdistan ji min çêtir dizanin ku mihemed hemo nehatibû alîkariya wan ( ŞIVANAN ) bike , û ew bixwe ne nivîskar û rojnamevan û hosteyê tu karan bû , tenê Monîka wî hebû neçare da bi kirê û bi zîrekî li ser xebitî û xelk bi rêz lê siwar kirin , û hêdî hêdî Monîka celew jê sitan û dikarê xwe de gelekî bi ser ket , û nema vala dibû ku Şufêrê xweyî kevn siwar bike , tenê piştî du salan ji hatina wî dema ku monîka wî berêxwe da welêt ( helebê ) , wê carê jî M.Hemo lê siwar hat û yek ser ew bire ser sînor , û celew xiste destê Şufêrê Kevin de , ku  li alê din ji sînor li bendê bû , ew jî herkes dizanê Şufêrekî zîrek û bi rutba ( Efserê Emin Dewlê bû ) , ku zû celew ji dest Hemo girt û yekser berê xwe da Heleb ( Bajarê Fiyagra û morfînê ) , tenê Mihemed hin kîs raport û hin kîsik pere bi Monîka xwe re şiyandin , pê gelek hiktar zeyton kirîn , û yên din jî mesrûfa Monîka û Şufêrê wê bû , lê raport bi xwe pesn û bîrhatinên xwe  ku li Kurdistan hûr û kûr nivîsandibûn di dema valahiya xwe de , neşaşbim ew şiyandibûn ku wan ji nav destê Şivanên kurdistanê yên ( nezan ) bi parêzê , û li heleb dezgehên ( Emin Dewlê ) wan jêre çap bike ji bo êdî wî bilindbikin , û wî bikin ( nivîskar ) ê temam û jêre cardin ( Pirtûkxanekê) vekin binavê ( Xanê) , xwiyaye ew jêre baştir bû !!.

 ji xwe ew bi xwêdane xwe bi pêşve di çe , ne wek van Şivanên kurdistanê yên ( nezan ) û ( hov ) , ku ( heyfa ) wan monîkê delal ku lê siwar dibin .

birastî li gor dibihîzim , hêdî hêdî monîka wî kevin û nexweşik dibe , û xelk nema li monîka wî siwar tên , tevî ku her serê demekê Monîka xwe dişîne Heleb ji bo saz û bedew bikin , lê xwiyaye modêla we nema şêrîn û bedewe , û xelkê kurdistanê û nexasim Şivanên wê dilên wan tenike û ji xwere monîkên xweşik û modêlên nû bi xwêdana xwe di kirîn û bi tenê lê siwar tên û bi bên ferehî di çin ber pezê xwe jî , û xema perê banzîna wê jî naxwin ji ber ku piştî rizgarkirina Kurdistan û bi destxistina nefta wê , êdî ( banzîn ) bi gelekî ji ( Kayê ) arzantir bûye 

ma qey mirov bibe Şivan li kurdistanê û bi monîka be , neçêtire ku ( nîv-nivîskar , û nîv-rojnamevan , û nîv-mirov ) be ?!! , û ji mecbûrî Monîka xwe bide xelkê bikirê ji bo heqê banzînê derxe ?? .

di dawî de ez lêbûrînê ji berêz Kilinton ( dostê Şivanê kurd û alîkarê wan) dixwazim  , ji ber ku di be di vê bersiva minde de tevlîhevî dinavbera navê ( Monîka) dostika wî mirovî , û navê wê Cîba Japonî de ku li Kurdistan tê binavkirin ( MONÎKA ) ,  û di be jî ku tu cudaya divirde dinavbera herdû navan de nehatibe bikaranîn , bêgumane di vî warî de kêmasî li min naye girtin  ji ber ko min berê gotiye nenivîskarim û ji ber ku nîv-nivîskar Mihemed Hemo di nivîsandina xwe de ev tevlîhevî kiye , û mixabin herdu nav ji hev cuda nekirin ..

Heleb / 30.4.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…