Bîranîna sed û deh salîya rojnamegeriya kurdî

  Gêlo îsa

    Rojnamegerî ew nînika civatêye di wê rêde gel xwe nasdike û xwe didê nasîn, rojnamegeriya kurd, ji berî sed û deh salan, li bîyanîyê li baytexta Misrê Qahîra bingehê wê hatin damezirandin, rojnama bi navê (Kurditan) hate xûyakirin, û li seranserî kurdistanê hate belavkirin, bi rêberî û pînosa ( Mîr Mîqdad Mîthet Bedirxan û birayê wî Ebdilrehman ) dest pê bû,  gelê kurd li tevayî kurdistanê ew roja pêroz roja (22)î nîsanê mûmeke din vêdixin û cejna rojnamegeriya kurdî vedijînin.
Bedirxanîyan di destpêkê de dest bi tekuşîn û şoreşa çekdarî kirin, li pêşt têkçona şûreşa bedirxanîyan ew koçberbûn, lê hêrsên niştiman perwerî û şoreşê di hinavên wan de man, li dervayî welat şoreşa dûyemîn bi rêxistin, li vêça tifing û mertalên xwe bi pînos û kaxezan re guhêrîn, û şoreşa çandî bi rêxistin .
   Bê guman, rojnamegerîya aza û pêşketî, bi demûqratî û aborîyê de girêdayîye, di çend salê dawîyê de, li hin beşên kurdistanê û bitaybetî li kurditana başûr rojnamegerîya kurdî berê xwe hêdî hêdî li pêşe, tevî gu ne li gor daxwaza serdemêye, lê herêma kurdistana bakur hênek derfetên pîşketina rojnamegerîya kurdistanî hatine afrandin .
    Nemaze di /22/4/1898 an rojnama kurdistan serbest li Qahîra hat weşandin, Li welatê me li sûrîyê, ta roja îro azadîya rojnamegeriyê qedexeye, mafê belavbûnê ne serbeste,  ji ber ku ta roja îro her tişt di bin bandora partîya behis da ye, rewşa awarte ya ku gel sûrî û bi taybetî gelê kurd têre derbas dibe, nahêle ku gel pîşbikeve, rewşa civatî li paş dimîne, gava rewşa gel ya civatî li paşbê, bê guman, wî rewşa çandî û aborî bi lez pêşve neçe, ji ber vê yekê rojnamegeriya kurdî li sûrîyê li paşe, lê pêwîste tevgera netewa kurdî bi şêweyên xwe rojnamegeriya kurd pêş bixe, bi kêmayî, ev rojname û kovarên di nav destên xwe de biparêzin .
   Di bin sîya gulobelîzmê de, gelê kurd sûd ji malperên entirnêtî kirin û malperan rolek mezin lîstin, heye di pêşketina rojnamegerîya kurdî de, çi ji bo rakirina sînoran di nava beşên kurdî de, û nêzikbûnê mirovan digel hev, mirov bi hêsane dikare armanc û nêvîsên xwe bi gînê gel, li tevayî cîhanê .

   Di dawîyê de, serkeftin ji bo rojnamevanên kurd yên di şopa pêşengê rojnamegeriya kurdî  Mîr Mîqdad Mîthet Bedirxan de xebatê berdewam dikin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…