Ew şaxa ku 110 deh sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li xerîbiyê hatibû çandin piştî gelek ked, zor û zehmetî îro êdî bûye çinareke mezin û hem rehên wê hem jî siya wê digihîje her derên axa welat.
Tevî pêkutî û kêmderfetiyan jî rojnamegeriya kurdî gihîştiye asteke baş û gelek pêdiviyên gelê kurd jî tîne cih. Di salvegera weşandina Rojnameya Kurdîstanê û Roja Rojnamegeriya Kurdî de em wan kesên ku keda xwe dane û yên ji derveyî kedê canê xwe dane careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û vê rojê li tevahiya rojnameger û kedkarên rojnamegeriya kurdî pîroz dikin.
ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ
KOVARA W
KOVARA W