Pirtûk bo her mirovekî

Cankurd

Pirtûk li Europa bi tevayî, û li Almaniya bi taybet, gelek giran û bihane. Bazara pirtûkê ‚niviştê‘ mezin û fireh e, û pêşanga hersal, ku li bajêrê frankfurtê li Almaniya çêdibe, xudan taybetî û nirxek berçavkirî ye, hem li ba civata xwende û hem jî li ber mediya.

Pêdiviya nivîskarê Europî bi karekî dî tune ye, ew bi bihayê pirtûkên xwe dikare baş bijî, lora ku gelek kes li Europa pirtûkan distînin, hem wan dixwênin û hem jî di malên xwe de wan diparizin û hiltînin. Pirtûkxane û firoşgahên pirtûkan ne kêmtirin ji dermanxaneyan. Di tirênê de, di firokê de, li xistexaneyê, li mal û li her derekê, Europî pirtûka xwe derdixîne û dixwêne…Mixabin, em ne wilo ne…
Ez diho derbas bûm hindirê firoşgahek mezin a pirtûkan, ku ji xwe re pirtûka Franz Werfel40 rojên Li Mûsa Daģhê“ bistînim. Ew nivîskar ji zû ve mirî ye û pirtûka wî jî kevine, lew re wê ne asan be, ku mirov wê bi zûkî bi dest xîne. Ez çûm ba xanimekê, ku berpirsa agahdariyê bû û min navê pirtûkê jê re lêvkir, ji min pirsiya, ka navê nivîskar çiye, mixabin, di wê lêdanka demî de navê wî hêjayî nehate bîra min. Xanima çalak got:“Xem nake.“ Û bi zûkî navê wî, navê çapxaneya pirtûkê, jimareya zincîrkî ya çapê û bihayê pirtûkê, ji min re ji kompiyûtera xwe xwend…
Wekî, li welêt, li vir jî, ez pir bi pey pirtûkan dikevim, û ji ber ku mala min a niha piçûk e, min gelek pirtûkên xwe xistibûn binzevînê malê, hinek jî li odeya xewê ne, û yên dî jî li odeya rûniştinê ne…Mixabin, di zivistanê de gelek av ketibû binzevînê avahiya ku ez têde dijîm, û paş demek dereng ez lê hişyar bûm, ku gelek pirtûkên min şil bûne, û roj bi roj wan kufik girtine….Lê dîsa jî, li ba min pir pirtûkên hîn min nexwendine hene, û ez dibêjim:“Heger ez rojekê nexwênim, ezê nexweş bikevim.“ Hema ez çiqas dixwênim jî, ez dibînim, ku mirovê Europî hîn bêtir ji pirtûkan hezdike û wan dinirxîne…
Li bajêrê ku ez lê dijîm, li Bonnê, hem di hindir avahiya şaredariyê de û hem jî li kolaneke fireh a bi gelek dar e, li Poppelsdorf Allee, pirtûkdanên ‚xîzane, dolabên‘ bi pirtûkan  dagirîne, hatine danîn, serbest û azadkirî ne, kî dixwaze dikare ji xwe re ji wan pirtûkan bibe, bixwêne û vegerîne, an jî tew venegerîne, û dikare bi xwe jî pirtûkan bîne, di wan pirtûkdanan de deyne, bo mirovên dî jî wan bistînin…Ev ramanek pir hêja ye, ku li bajêrên Kurdistanê jî, bi cîh bibe, da pirtûk di binzevînan de kufik negirin, an jî mirovên hejar jî kanibin, pirtûkên ji xwe hatîne xwendin bistînin, bixwênin an bibin mal, bo xwe û bo zarokên xwe…
Lê ev ramana hêja, wê tenha bi serkeve, gava pirtûk li ba me jî, wekî li ba Europiyan, giranbiha û nirxbilind be…Hinde mirov jî hene, canê xwe wê bidin, hema nikanin pirtûkekê ji pirtûkên xwe bidin kesekî, eve jî astengiyekê li ber serbestkirin û jidestdana pirtûkan pêda dike.
Divê em li Kurdistanê pirtûkê bidin hezkirin, divê mirovê kurd jî, wekî Europiyan, di ber karê xwe re, di çûnhata xwe de, û di mala xwe de, demekê ji temenê xwe bo xwendina pirtûkê bide…û divê em alîkariya wan mirovan bikin ku nikanin bo xwe û bo zarokên pirtûkan bistînin…Ew jî bi rêya pirtûkxaneyên serbest ên şaredariyan, ku Kurdên li Europa dagirtina wan hildin ser milên xwe…

Zarathustra News – zarathustra@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…