DaxuyanîPiştî ku rêjîma Sûriyê di çarçeweya siyaseta xwe de, ya ku ev çend sal in bi aliyê teror û tundrewiyê ve çûye, roja 20.03.2008 li bajarê Qamişlo kuştar û tawaneke din pêkanîn, ku di encamê de sê ciwanên kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah dibûn, şehîd ketin û hinekên din birîndar ketin û hatin girtin
Di civatê de hinek biryar hatin standin; ji wan:
- Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin.
- Xortkirina çalakiyên cemawerî û dîplomasî li derveyî welêt, da ku em raya gîştî û dezgehên welatên curecur bi vê siyaseta nijadperest hişyar bikin, da ku ew piştgiriya xwe bi gelê kurd re nîşan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin. Di vî warî de jî hin kar û çalakî hatine plankirin.
- Di heman dema ku em bi giramî li hember xwîn û birînên şehîd û birîndarên Newroza 2008-ê radiwestin, biryar hate standin ku nameyeke piştgiriyê ji malbatên şehîd û birîndaran re bête şandin.
- Wek erk û stûbariyeke kurdayetiyê biryar hate wergirtin ku alîkariyeke diravî bi qasî 7000 € (500 Hezar LS), ya ku li hember qurbanî û wefedariya ciwanên me yên nemir û birîndar hîç e, pêşkêşî malbatên şehîd û birîndaran bikin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê terora han bi tundî şermezar dikin. Her weha em soz ku xwîna şehîdên Newroza 2008-ê, yên ku ketina nav refên şehîdên azadiya kurd, herweha birînên birîndarên xwe tu carî ji bîr nakin.
Nemirî bo şehîdên Newroa 2008-ê û hemû şehîd kurd
Bijî azadî, demokrasî û wekhevî
Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa

Şîrove (0)