Gotar

Wateya Rojê û Rola PENa Kurd

Wateya Rojê û Rola PENa Kurd

Dr. Zerdeşt Haco
(Serokê Rûmetê yê Navenda PENa Kurd)

I. Destpêk: Hêza dîrokî ya vê rojê

Beşdarên hêja, dost û wêjekarên payebilindbilind, mêvanên birêz yên ji dûr û ji nêzîk!

Em îro li cihekî dîrokî û di pêvajoyeke çarenûsiyê de li vir li hev kom bûne.

Gava em li Amedê, li dilê erdnîgariyeke xwedî çandeke dûr û kevnar, li ser peywendiya di navbera wêje û aştiyê de diaxivin, em ne tenê li ser çalakiyeke akademîk diaxivin, bêhtir ji wê ev çalakî gaveke wêrekiya rewshenbîrî û hêviyeke mezin e.

Wateya vê roja îro berî her tiştî di wê yekê de ye, ku were ronahîkirin, aştiya rasteqîn ti carî bi wê yekê chênabe, ku aliyek aliyê din bi zorê bindest, bêmaf û bêdeng bike.

Di çarçoveya Kurdî de ji dema avakirina komara Tirkiyeyê ve gelê kurd hatiye bêmafkirin. Bi salan peyv û nivîsa kurdî hatin qedexekirin û wek sûc û guneh hatin dîtin.

Îro, 6ê heyva 10an sala 2026an em weke Navenda PENa Kurd bi hêza peyvê daxwaza mafê jiyaneke aştiyane, wekhev û azad dikin.

Ashtiya rasteqîn tenê bi dialog û bihevreaxaftinê dikare chêbibe.

Rewshenbîr û wêjekar pêşengên aştiyê ne; ew wê qada ûjdanî peyde dikin, ya ku di wê de hevpejirandin û jihevtêgihîştin gengaz dibe.

II. Hewldana têkbirina doza gelê Kurd – Bingehên aştiyeke mayînde

Di rojeva siyasî ya îro de em dibînin, ku desthilatdariya vî weletî di bin dirûşma „Tirkiyeyeke bê teror“ de hewl dide, doza neteweyî ya gelê kurd pishtguh bike û mijarê wisa bide xuyakirin, ku bi xwejihevwejandina partiyeke siyasî û danîna çekan êdî her tisht chareser dibe û aştî û aramî chê dibe.

Belê ev yek xwexapandineke mezin û nêrîneke gelekî şaş e.

Aştî tenê bi bêçekkirin û daxuyaniyên fermî nikare were Tirkiyayê.

Aştî wê gavê çêdibe, gava hişmendiya dewletê xwe biguhere û bigihe vê rastiya dîrokî:

Tirkiye ne dewleteke yek-netew e. Di vê dewletê de du neteweyên sereke dijîn – Tirk û Kurd û li kêleka wan hemû gel û nasnameyên din.

Bêyî danpêdana fermî û destûrî ya vê rastiyê, her hewldaneke aştiyê wê bi ser nekeve.
Hebûn û hevgirtina dewletekê tenê di wê de ye, gava her hevwelatiyek karibe di dewleta ew tê de dijî, xwe xweshbext û shanaz bibîne.

Bo mînak:

Leşkerî û xizmeta giştî: Dema xortên ciwan ên kurd diçine leşkeriyê, divê ew ne bi hesta fidakirina canê xwe ji bo „Tirkîtiyê“ herin. Na, divê ew bi baweriyeke kûr û jixwepishtrast herin, ku ew diçine xizmeta dewletekê, ya ku tê de ziman, chand û rûmeta her nasnameyekê parastî ye.
Ev yek ji bo karker, bacder, polîs, mamoste û her hevwelatiyekî kurd î din jî derbas dibe.
Divê dewlet ne weke makîneyeke bişaftin, ango asîmîlasyonê tevbigere.
Divê dewlet weke hêzeke parastina rûmeta wekheviya nasnameyan tevbigere.

Bihevrejiyan di bin banê dewleta Tirkiyeyê de divê ne encama siyaseta asîmîlasyonê û di bin nîrê zorê de be.

Divê ew bi dilxwaziya ji dil û vîna azad ya her nasnameyekê be.

Heke du gel bixwazin bi dilxwazî bi hev re di dewletekê de bijîn, mercê sereke wekheviya seranser û danpêdana li ser asta çavan e.

Ji bo vê yekê:

1. Divê li Tirkiyeyê nasname, ziman û çanda gelê kurd weke netweyeke serbixwe di Destûra Bingehîn de cih bigire.

2. Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna Kurdî di fermîyetê de bibe xwedî garantiya qanûnî.

3. Divê felsefeya dewletê, ya ku doza bişaftina hemû nasnameyan di yek nasnameyê de dike, bi dawî bibe.

III. Wêje wek pireke lihevhatinê: Peyv li hemberî zordariya bêdengkirinê

Peyva wêjeyî xwedî hêzeke kûr e, ya ku di siyaseta rojane de kêm tê dîtin.

Siyaset bi piranî li ser bingeha berjewendî û hesabên taktîkî bi rê ve diçe, lê wêje rasterast xwe berdide nav dil û ûijdana mirovan. Wêje dibe zimanê wan kesan, yên ku dengê wan hatiye birîn. Wêje ew hêz e, ya ku rê li ber jihevnêzîkbûn û xweşiya di navbera gelan de xwesh dike.

Aştî li wir destpêdike, gava mirov guhbidine hev û ji hev têbigihn.

Wêjeya kurdî di tarîntirîn serdeman de, di girtîgihan de, li sergomiyê û di bin qedexeyan de parastina hebûna zimanê me kir.

Ji ber vê yekê em îro li vir vê rûmeta wêjeya kurdî dixine bingeha mijara vê chalakiyê.

 

IV. Sê stûnên xebata PENa Kurd

Navenda PENa Kurd wek beşekî ji PENa Navneteweyî dengê ziman û wêjeyekê ye, ya ku ji salên dirêj ve di bin hewldanên qirkirinê de dinale.
Têkoşîna me, weke Navenda PENa Kurd xwe dispêre sê stûnan:

1. Mafên zimên, mafên bingehîn yên mirovan in; bêyî zimanê kurdî aştiyeke mayinde ne pêkan e.

2. Ev Kursiyê Vala li vê salonê nîşana birîndarkirina azadiya derbirînê ye.

Heta ku pênûs û raman girtî bin, bawerî bi ti aştiyê nayê.

3. Navenda PENa Kurd hawara bindestiya zimanê kurdî û daxwaza aştiyê digihîne asta cîhanê.

Rewşenbîr û wêjekar divê her tim pênûsên xwe ji bo rastiyê, dadmendî û aştiyê di nav gelan de xurt bikin.

Li dawiyê, ji bo ashtiyeke rasteqîn, em bang li hemû aliyên siyasî yên berpirsiyar dikin:

Dest ji siyaseta tinekirin û bişaftinê berdin û berê xwe bidine diyalogeke ji dil,

diyalogeke li ser bingeha hevpejirandina gelê Tirk û gelê Kurd,

û wekheviya hemû nasnameyên li vî welatî.

Gelek spas.

06.11.2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Noş

Ezîz Xemcivîn   Pişta xwe bide çiya, berê xwe bide bahozê, evîn jî her wisa ye, li kolaneka bê kes… Çend kulîlkên…

Oxurbê Yabo

Gurgan Elhac   Oxurbê yabo Khuşk û bira... hûn big-hin ser...hûn big-hin ser Silava l bavê mi kin...Silava l bavê mi kin…

Canê buhiştî

Rewan Oso Tu çûyî, şev bi hesreta te sar û dirêj bûn… Dil jî bêyî te qerisî, li pey çûna te civata…