Ezîz Xemcivîn
Pişta xwe bide çiya,
berê xwe bide bahozê,
evîn jî her wisa ye,
li kolaneka bê kes…
Çend kulîlkên nîsanê hêj xunc in,
çavên xwe li pista pênûsên me vedikin…
Duhî baraneke hêsirên asîman
rezê gotinên me av da û êşên me aram kir…
Duhî tu helbesta min ya hemû demjimêran bûyî…
Duhî min dixwest,
dîwanekê bi navê te,
li ser pelên tîrêjan,
li ser hilma keseran
û li ser ronahiya peyaleya lêvên girnijînê binivîsînim…
Evînê bibêje min,
dara vehêsana dilê dîn tu yî!
Cegera stêra şahiyê tu yî!
Ji bo ez bêtir sermest bibim dîsa peyaleya
”Ez ji te hez dikim”,
noş noş bi destê xwe ji min re hilde…
Çivîka Sibehê,
di hêlîna germa viyana min de xweş bibe!
Li taxa helbestê, bibêje mebestê
bi şev û roj hişê min guhdarê ewê hestê…
2021
Deng: AI
Ji dîwana Lêvên Sibehê… Dîwan ji bo çapkirinê amade dibe…
Spasiyeka taybet ji bo malpera Welatê me

Şîrove (0)