Helbest u Vidyo

Ramana destan

Ezîz Xemcivîn
Dema destên min
di xatirxwestina destên te de diramin,
ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin!
Gulşeng bi serê lêvan jî nikarin
“bi xatirê te” bibêjin!
Hevokên xembariyê di hinavê de hêtûnekê vêdixin.
Hêviyên stêrên birînê di qêrîna bêdawî de dikizirin.
Ev çi dil e,
ko nêrgizan di keviyên êşê de jîn dike?
Ev çi çem e, keleka razên me binav dike?
Şevê, dengê te giha
weye; sîwana heyvê xeleka evîna me ye.
Haydar im ko di zeviya hişê te de mûmdana vêketî me.
Guveguva bîreweriyê
damar bi damar tîpên dildariyê vedijîne!
Bijîşkê, bêhempayê,
xalxaloka sozê, soza dilbenda jînê,
soza helbesta geşbîniyê,
Çikçikoyê bêriyê ji baxçeyê bêdengiyê bifirîne!
Hişmenda ko hiş û dahênanî
bi hev dane naskirin.
Bînahiya ko çavan li kinarên pirsan hogir dike.
Bendîxaneya bendewariyên hemû gilî.
Bîboka evîna dawî û “ewilî”,
Yara serdema ronahiyê,
dema sinbil ji bistiyê rizgar dibe
û çîçik ji germa hêlînan dibişkive.
Çirîska hêviya nivêj û perestiyên min,
yara ko evîna wê bi zimanê keskesorê hatiye derbirîn.

26.11.2007

 

Ji dîwana Şîrava Elindê
Weşanxaneya J&J Amed 2021

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Çima ez?!

Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî…

Frazelociya Kurdî (zanista hevoka Kurdî)

Dr.Phl.Ebdilmecît Şêxo Wêjeya Kurdî jî mînanî pir wêjeyên cîhanî bi hemû cureyên xwe dewlemend e,helbest,çîrokên gelêrî,çîrokên wêjeyî,şano,pend û şîret û di van…