Gotar

Mehmûd Badilî banga asta helbestê dike, ez bi hewara wî ve çûm

Mehmûd Badilî banga asta helbestê dike, ez bi hewara wî ve çûm

Qado Şêrîn

 

Li pêşî, dostê min Mehmûd Badilî di gotara xwe de, “Werin em bi hev re asta helbesta Kurdî bilind bikin.. Helbestvan pir in, lê helbest kêm e!ˮ, doza komîteke nirxandinê dike, ji bo ku asta helbesta Mehrecanan bilind bike. Ji bo min nebes e, ez dixwazim asta helbestê bi giştî blind bibe, ne tenha rojekê di salê de, çawa? Mijara gotara min jî ev e.

Ez ne helbestvan im, lê gotara dostê min Mehmûd Badilî, ya ku di malpera Welatê Meˮ de belav bûye, balkişandiye ser gelek xalên sereke, xalên ku asta helbestê dikeritînin. Hin ji wan xalan pirs û nakokî li ser wan hene.

Gotar berî demekê hatiye nivîsandin. Ez texmîn nakim helbestvanek bersiva wî bide, belkû nexwendine jî. Gelek helbestvan xwe neçar û berpirsyar nabînin bersivê bidin, nayê bala wan ku mijarê bikin guft û goya li ser asta helbestê, û li çareseriyan bigerin. Gelek naxwînin, û newêrin tev li mijarên bingehîn û giştî yên li ser helbestê bibin, tenha nav û wêneyê xwe diparêzin, xwe tev li mijarên dilsozan e û pêwist nakin, asta axaftina li ser wêjeyê bi giştî blind nakin, belkû sersar in, xwe blintir dibînin. Bi du gotinan ji ber gelek ji wan netiştek in û baweriya wan bi hevûdu nayê, îca hertiştî piştguh dikin, û ew in yên bûne egera dabezîna asta helbesta kurdî.

Mijarên wiha, balê dikşînin ser kêmanî, pirsgirêk û gera li çareseriyan. Hema hema bersivdayîn û hevparî di guft û goya li ser kêmaniyên wêjeyê tune ne. Wek ku nivîskarên kurd xwe kêm dikin dema bersiva hevûdu bidin, belkû naxwazin balê bikşînin ser berhema nivîskarekî din ji bo wî/wê pê mezin nekin.

“Werin em bi hev re asta helbesta Kurdî bilind bikin.. Helbestvan pir in, lê helbest kêm e!ˮ. (ji gotara M.B).

Navnîşana gotarê bang e, eger hemû helbestvan bi hewara te ve bên jî dostê hêja Mehmûd Badilî, wê nikaribin asta helbestê bilintir bikin. Helbest afirandine, berhem û tecrubeya kesaneye, ne wek zêdekirina karmendên fêrmekê ye, ji bo ku bikaribin berhemê pir bikin. Lê, eger her helbestvanek bibe rexnevan, dilsozane helbestê rexne bike, berpirsyariya xwe bibîne, bê ku dilxweşî û melaqiyan bike, wê asta helbestê blind bibe.

Bi texmîna min, helbestvanên rasteqîn û dilsozane nemane ji bo ku bersivê bidin û mijarê dewlemend bikin. Min çawa fam kir, eger helbestvan bên an neyên, wê nikaribin asta helbestê blind an nizim bikin. Çemê helbestê diherike, naraweste, di wî çemî de gelek cureyên masiyan bi avê re diçin, hindik ji wan dighêjin ava şor û dikarin di deryayê de bijîn, wate. ha ew e helbesta serkeftî, li dawî, ji nav hezarên helbest û helbestvanan, wê tenha ya ast bilind û baş bimîne û yên din bên piştguhkirin. Rola Medya Civakî sereke ye di pirkirina helbest û helbestvanan de. Belkû tunebûna rexnevanan jî rê li pêşiya gelekên ku netiştekin, xweş dike, îca gelek bi hesanî xwe wek helbestvan diyar bikin.

Mesele hemû girêdayî hebûn û nebûna rexnevanan e. Tenha di civaka zana û pêşketî de, rexnevan dikare rola xwe ya rasteqîne bilîze û sûdmend be, lê di civakên nezan û paşketî de, dikare bibe pirsgirêk ji civakê re, û rexneyên wî wek dijayetiya kesane û kîn û bêexlaqî bên şirovekirin, di encamê de rexnevan dibe sûcdar.

Gotar piştî lidarxistina Mehrecana Helbestê ya li Essen a Elmanyayê hatiye nivîsandin. Mehmûd Badilî amade bû. Jimara pir a helbestvanan û asta nizim a helbestê bala Mehmûd kişandiye, êdî rabûye gotar nivîsandiye. Ji ber ku ez ne amade bûm, ezê qala kêmaniyên teknîkî nekim, ji xwe ne mijara min e, lê li gor naveroka gotarê birêvebirên Mehrecanê dikarin li hevûdu bicivin û hemû xal, kêmanî û başiyan binirxînin, ji bo sala bê baştir be.

Mijara min û vê gotarê ne Mehrecan e, belkû bang û balkişandina li ser asta helbestê û jimara pir a helbestvanan e.

“Pirsgirêkeke ku ji salan ve di hin mihrecanên me de xwe nîşan dide, cudahiya di navbera zêdebûna hejmara helbestvanan û asta hunerî ya helbestên ku tên pêşkêşkirin de ye. …., divê em hevsengiyekê di navbera beşdariya fireh û kalîteya hunerî de çêbikinˮ.( ji gotara M.B).

Ji ber ku Mehrecan e, helbet wê jimareke mezin ji helbestvanan amade bibin, belkû ji mafê wan e, û helbet wê derfet boyî herkesî bê dan, û helbet wê asta helbestê ji helbestvanekî/ê ta yekî/e din cuda be. Sûnc ne sûncê Mehrecanê ye, me rexnevan nîn in, belkû sûncê helbestvanan e ku rê dane herkesî li helbestê siwarên. Berî roja Mehrecanê, herdem û herwext ji helbestvan tê xwestin ku hin caran bibin rexnevan û berpirsyar, helbestên lawaz rexne bikin, derfetê nedin herkesî xwe bike helbestvan, nemaze di vê qonaxa hestiyar de, qonaxa Medya Civakî, ku maf û derfetê dide herkesî bibe tiştek. Medya Civakî zana û nezan, hêja û nehêja kirine wek hev, îca ji zikêş û dilsozên helbestê tê xwestin ku helbestvanên sexte bihetikînin, wan rexne bikin û derfetê nedin ku helbestên bê ast, û rê nedin wan ku helbesta bê ast çap bikin û bikin pirtûk, eger hat û çap bûn ew karesata mezin e. Amadebûna li mehrecanan dikare derbas û piştguh bibe, lê çapkirina wan helbestên bê ast, û derxistina pirtûkan, ziyaneke mezin dighîne helbest û pirtûkxaneya kurdî. Min navê van ne-helbestvanan kiriye helbestvanên fisbûkê. Hin caran li ser wan dinivîsim, mixabin helbestvanên rasteqîne beşdarî mijarê nabin û şirove nakin, wek mesele bala wan nakşîne, wek ku pirs û pirsgirêk û berpirsyarî ne ya wan e, wek ku newêrin, wek ne dilsoz û zikêşê helbestê ne, niza ne ya wan zikreşî ye, ne nezanî û ne piştguhkirine? Lê hemû ziyanê dighînin asta helbestê.

Bi gotineke din, helbestvan ne tenê bi nivîsandina helbestê, lê bi xebata li ser helbestê jî dibe helbestvan. (ji gotara M.B).

Min fam nekir bê çawa, lê ezê li gor fêmkirina xwe şirove bikim. Maqûl e ew kesên saziyên helbestvanan birêve dibin, kursî û maseyan dikin rêz, tewalêtên holên helbestvanan paqij dikin, qehwe û çayê amade dikin, şevbuhêrkan ji helbestvanan re amade dikin, dikarin bibin helbestvan?

Dibe ku kesek bipirse: Gelo mafê kê heye ku biryarê bide ka kî helbestvan e û kî ne helbestvan e? Gelo komîteyek dikare li ser hunera helbestê biryareke dawî bide? Ti komîteyek nikare îdîa bike ku hemû rastiyên hunerê di destê wê de ne. (ji gotara M.B).

Dostê min Badilî gotar li ser Mehrecanan nivîsandiye, û qala komîteya nirxandina helbestan dike. Lê min bi bihaneya gotara wî, xwestiye balê bikşînim ser asta helbestê. Li şûna komîteya nirxandina helbestan, hêvî û daxwaza wî ye ku tenha berî Mehrecanan bê amade kirin, ez dixwazim li şûna wê komîteyê, tim helbestvan wek rexnevan bin, helbesta lawaz, şikestî, bê ast rexne bikin, û derfetê nedin ku wek wê dubare bibin. Eger nifşê mezin ji helbestvanên rasteqîne xwe biwestînin û bi wêrekî û berpirsyarî li dijî helbesta bê ast derkevin, wê helbestê ji ketinê biparêzin, û rê nedin helbesta lawaz derfetê bibîne ji bo çap bibe û bikeve pirtûkxaneya kurdî. Eger hat û her yekî/ê wiha kir, wê hêvî û daxwaza dostê me Badilî bê cî û wê asta helbestê ne tenê li Mehrecanan, belkû asta helbesta kurdî bi giştî blind bibe.

Helbest ne tenê deng e; ew hunera peyvê ye: Ji ber ku helbest bi hejmarên helbestvanan nayê pîvan. Nirxê wê bi hêza peyvan, kûrahiya ramanê, nûbûna wêneyan û bandora wê ya li ser mirov tê pîvan.

Werin em bi hev re asta helbesta Kurdî bilind bikin. Werin em ji hejmarê wêdetir li pey kalîteyê bin, ji pesnê wêdetir cih bidin rexneya avaker û ji xwendina helbestan wêdetir li pey famkirina wan bin. (ji gotara M.B).

Van gotinan li ser serê xwe datînim, ha ev dilsozî û hezkirina helbestê ye, û yê hêvî û daxwaza te bîne cî û jêre kar bike, ji te dilsoztir e dostê hêja Mehmûd Badilî. Min di gotara xwe de diyar kir bê emê çawa bikaribin asta helbestê bilind bikin û hêvî û daxwaza te bînin cî. Helbestvaninooo, hûn jî wiha bikin, ezê jî xizmeta we bikim, we mezin bikim û çavên we ramûsim.

www.qadoserin.com

Hollenda, 01-11-2026

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

100% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(1 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

VEJÎNA KURDÎ

Dilawerê Zengî Serdema vejînê Vejîn serdemeke şaristaniya Ewropayê ye. Tavil piştî Serdemên Navîn dest pê kiriye. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vê serdemê…