Ezîz Xemcivîn
Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e!
Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne.
Rewanê te li xwe dike,
tîpên zêrîn ji ramanên te dicivîne!
Weye li nav germiyan ji te şermîn e.
Bêzar dibe,
nikare dema evîniyê
raz bi raz li rojgarê binexişîne.
Sewdayê vekirî hogiriya wî dilî
fena giyasêvka ciwan li deşta rastiyê bihn dike..
Gava diniviste*
li nav xêz û rêzên dûr û nêzîng
deryayeke kûr ji windabûnê diwênîne..
Neynika gewr û ronî,
xebîneta ciwaniyê
li ber bayê matmayînê wêran bimîne!
Neynika dilsar
kelkela bîranîna ewrên giran beravêtî dike..
Havînên xewnan zuha ne,
çikûsiya xwe diyar dikin!
Dilo bo çi xela li bajarokên te radibe?
Bo çi qirqîtikên kenê te*
li ser xweziyan raxistî dimînin?
Bo çi felekê tu mîna kelemper kiriyî?*
Li ber pehînên tolaziyê bi bayê sermest hildibî?
Dema tu şîrmij bûyî,
xewnên geşbîniya xwezayê
li ser payebilindiya dilê te ava dibûn.
Te dikarî bû
ji hemû çeman re bibe hewî,
te dikarî bû dest li ber xwe ragire
û te dikarî bû tavên raketî ji nivêjên xwe re şiyar bike!
Ev şoreşa te bû,
peyam ji hinava te gur dibûn.
Dizanim av, ba û roj dûrî te ne.
Hêlîna bê kilît û pencere
simbola koletiya bilbilê dilê te ye!
Dizanim bazarên rojhilat
ji kirîn û firotana canên pak re vekirî ne!
Bibûrîne, pênûs bêtor e
kul û derdên warhêlan tevdide.
Hinav dikelin,
demjimêr dijmina evîndaran dibe!
Bêdadiya demê dijî rêdanan
li asoyê hunerbaziya dildariyê ewran vedigire!
Dixwaze mirovîniya gog,
ji ber pêyên stemê rake.
Jiyan temenek e
delîveyê bibirre.*
bila tev de bêhûde û sernixûz neçe!*
Toltajiyên koça serdema şûnê*
kar û barê xwe bikin.
Şahînê azadiyê li asîmanê hiş difire.
Hovîtiya stema xwînmij navkutkê dike
û bi dilekî xemgîn xwe li newalên bêbinî vedişêre.
06.01.2007
________________________________________
Nivistin: Xewkirin, raketin.
Qirqîtik: Qitîtk: Tîfil û qaşûlên talik (petêx) û şemamokan dema hişik dikin.
Kelemper: Keramper, pelê kerenga hişk.
Delîve: Keys, fersende.
Bêhûde: Bêwate, bêsûde.
Toltajî: Ji têkiliya seg û tajî çêdibe.
Şîrove (0)