Gotar

Partiyên kurdî, Yekîtiyên nivîskaran û xelatên kartonî

Partiyên kurdî, Yekîtiyên nivîskaran û xelatên kartonî

Ezîz Xemcivîn

Diyardeyeka pir balkêş li nav me Kurdan û bi taybetî sazî û partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Hem li nav malperên civakî, hem jî bi danûstandina kesayetî, giha ye asta ko hin (saziyên) çêkirî bawernameyên doktora li hunermend û nivîskaran belav dikin, bi tekezî jî ew kesên ewan xelatan pêşkêş dikin, hîç wateya bawernameyên rêzgirtinê yên ko zanîngeh didin nizanin û ne dizanin çima zanîngehên navdewletî ewan xelatan didin û ji bo kê didin..
Mijara min tiştekî din e, dema partiyek an saziyeka kurdî bi karûbarê mehrecanekê an ahengeke rêzgirtinê radibe û xwe dide ber ko kesên bi afrêneriya xwe li pêş in ew dê xelat bibin, çimkî piştgirê çalakiyê (Sponser) heye…
Di vir de nivîskar û bi taybetî nifşên ciwanan xwe ji karekî dilsozan e, hem bi dilînî, hem bi hezkirina zimên û netewa xwe berê xwe didin babetên curbicur da karibin di evê sebaretê de jîrekiya xameyên xwe diyar bikin…
Bi ewê coşê, bi dilgermiyeka bêhempa hizir û bîra nivîskar ne ji bo xelatkirinê, lê ji bo hevrikiyeka rewa ya afrêneriyê xwe pir diwestîne…
Dixwaze çaktirîn hevok, naziktirîn hest bi pênûsa xwe ji xwendevan û guhdaran re pêşkêş bike…
Li himber evê dilsoziyê (herdem jî an bi piranî ji bo nifşên nû mebest dikim) sazî an partiya ko bi ewê çalakiyê rabûye ji bo piştgirî û handanê dê çi bike?
Bi nerîna min baştirîn tişt e ko ew sazî bikin, xelatkirina ewan nivîskaran e, ew yên ko bi ewê coşa kurdewariyê dihêlin mehrecana wan bi ser bikeve…
Xelatkirin çi ye, gelo kartoneke zêrîn e, bi nivîsandin e, bi çend şêwe û logoya partî an saziyê ye, an jî diyariyeka darayî(madî) ye, dilê nivîskar xweştir bike?!
Heta evê kêlîkê diyariyên ko dilê nivîskaran xweş bikin û bibe handan ji wan re min kêm dîtine. Nizanim em dê li paşerojê bibînin an ne, lê eger xelatên we ji ciwanên Kurd re yên ko berê pênûsa xwe dane wêjeya kurdî kartonek be, bila ew karton jî tune be, çimkî ew ciwanên ha ji me jêhatîtir in û dikarin li mala xwe li ser komputera xwe bi sedan ji ewan kartonan biafirînin, êdî kesên çavgirtî nemane û bi taybetî nifşên ciwanan, bi danûstandina bi teknelojiya nûjen, bi hişê çêkirî û alavên danûstandina meyda civakî re kêm kes nezan mane…
Berê gotara min ne li çi kes, sazî, alî û partiyan e, çi kesan jî destnîşan û mebest nakim, lê bi giştî dibêjim, eger hûn dixwazin piştgiriya nivîskaran bikin, ez destxweşiyê li we dikim, lê bila piştgiriya we birêkûpêk be, bi dana kartonekê nivîskar şad nabe û pêdiviya wî bi spasiya we jî tune ye, lê ji bo rêzgirtin û piştgiriyê nivîskaran û bi taybetî ciwanan dilsar nekin!

 

18.10.2026

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…