Ferîd Xelîl Xelata Gera Duyem a “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” wergirt 

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê de, herwisa beşdarîya wî di projeyên danîna standardên Kurdîya Kurmancî û pêşxistina termên ragihandinê de hate hilbijartin. Wî herwiha hejmarek bername û belgefîlm li ser ziman, wêje, folklor û dîroka Kurdî amade kirine.

Jurîyê da xuyakirin ku hilbijartin li ser bingeha nirxandina beşdarîyên lêkolînî û afirînerane di xizmeta zimanê Kurdî de hatiye kirin, bi girîngîdayîneke taybet ji bo wan xebatên ku karê zimanî bi karê pratîkî di warên ragihandin, werger û weşangerîyê de digihînin hev.

Jurîya gera duyem ji helbestvan û wergêr Xoşman Qado wekî serokê jurîyê, nivîser Heysem Hisên, çalakvanê mafan û nivîser Jiyan Bedirxan, kurê zimanzanê gorbihuşt Bilal Hesen (Çolbirr), û helbestvan û wergêr Lawîn Şêxo wekî endam pêk hat.

Gera duyem a xelatê piştî destpêkirina wê di sala 2025ê de tê lidarxistin. Xelat ji bo rêzgirtina li mîrateya lêkoler û zimanzanê Kurd ê gorbihuşt Bilal Hesen (Çolbirr), herwisa ji bo handankirina nifşê nû yê ku li Sûrîyayê di warên ziman, mîrat û wêjeya Kurdî de dixebite, hate damezrandin.

Ferîd Xelîl kî ye? 

Ferîd Xelîl di sala 1995ê de li Qamişloyê hatiye dinyayê. Sala 2015ê tev li Enstîtûya Zanistên Perwerdehîyê bû, sala 2026ê ji Zanîngeha Rojava, Fakulteya Ziman û Wêjeyê, Beşa Wêjeya Kurdî lîsansa xwe wergirt. Ji sala 2016an ve di warên ragihandin, çapkirin û weşangerîyê de dixebite.

Xelîl niha berpirsê “SZK Medya”yê ye. Berê sernivîsertîya beşa Kurdî ya Dezgeha Bûyer a Ragihandinê kiriye. Ji bo “Waar TV”yê bername û belgefîlm amade kirine, herwisa ji bo hejmarek rojname û malperên Kurdî, di nav wan de “Ria Taza”, “Diyarname”, “Çandname”, “Rê”, “Şar”, “Sormey”, lêkolîn û gotar nivîsîne.

Di warê wergerê de, wî hejmarek berhem ji Erebî wergerandine Kurdî. Di nav wan de “Textê Peqlaweyê yê Xemgîn”, romana Nebîl Milhim, “Tekyayên Çekdar: Dîroka Siyasî ya Neqşebendîya Kurdî”, lêkolîna lêkoler Hisên Cimo ku bi hevkarîya Ebdulah Şêxo hatiye wergerandin, û “Şerê li ser Kobanîyê”, rêzenivîsarên ku ji aliyê Ismail Kupeli ve hatine amadekirin, hene. Herwisa “Şevên Çileyî”, çîrokên folklorî yên Evdirehman Bamernî, ji tîpên Erebî veguhastine tîpên Latînî. Wî ji bo Weşanên “NEQŞ”ê û Navenda Mezopotamyayê jî di warê werger û edîtoriya pirtûkan de xebitîye.

Xelîl herwiha beşdarî projeyên pisporî yên zimanê Kurdî bûye. Di sala 2019an de, bi hevkarîya Ibrahîm Xelîl, Evdo Şêxo û Hoşeng Nûh, “Ferhenga Ragihandinê” ya sêzimanî, Kurdî-Erebî-Îngilîzî, amade kir. Ferheng li ser termên ragihandina Kurdî û rastnivîsîna wan bi Kurmancî disekine.

Ji heman salê ve, ew di nav çalakî û komxebatên Sazîya Zimanê Kurdî (“SZK”) de cih digire ku li ser danîna standardên Kurdîya Kurmancî dixebitin, herwisa bi zimannasên herêmên Kurdî yên cûda û dîyasporayê re xebatên hevbeş dike. Ew endamê Desteya Weşanên SZKyê jî ye ku di warên ziman, wêje û folklorê de dixebite.

Ji sala 2021ê ve, di çarçoveya berpirsiyarîya xwe ya “SZK Medya”yê de, di amadekirin û belavkirina rêzebernameyên pisporî li ser platformên medyaya civakî de beşdar bûye, di nav wan de: “Tevna Zimanî”, “Kilîd”, “Kakil”, “Zargotin”, “Biwêj”, “Her carê peyvek”, “Klasîkên rojhilatê”, “Pirseka kurdî”, “Hêlîna zarokan”.

Herwisa di amadekirina bernameyên çandî û wêjeyî û belgefîlman de bi “Waar TV”, “Shams TV”, “Target Media” û Dezgeha “Bûyer”ê re hevkarî kiriye.

Xelat berdewamiya mîrata Çolbirr e 

Xoşman Qado, serokê jurîyê, got: “Ferîd Xelîl nûnertîya nifşekî ji xemxurên zimanê Kurdî yên Kurdên Sûrîyayê dike; nifşek ku di nava bizaveke zimanî ya nûvebûyî de têkiliya xwe bi zimanê xwe re ji nû ve pênase kiriye. Xebatên wî di werger û bernameyên zimanî de, herwisa beşdarîyên wî di ragihandin û weşangerîya Kurdî de, wî dixin nav pêvajoyeke berdewam a xebata ku Çolbirr û kesên din ji bo xizmeta zimanê Kurdî kirine. Ferîd herwiha karîye rê û şêweyên nû di gihandina ziman de ji temaşevan û xwîneran re bi kar bîne. Lewma, xelatwergirtina wî di gera duyem de nîşaneya berdewambûna vê xebatê di nav nifşekî nû de ye”.

Nivîser Jiyan Bedirxan, endamê jurîyê û kurê gorbihuşt Bilal Hesen (Çolbirr), got: “Ferîd Xelîl bi rastî hêjayî Xelata Çolbirr e. Di temenekî ciwan û di demeke kurt de, wî karekî pisporî û cûrbecûr di xizmeta zimanê me yê dayîkê, parastin û pêşxistina wê de kiriye. Ezmûna wî û xebata nifşê nû bi giştî nîşan dide ku hewldanên ku pêşengan di xizmeta zimanê Kurdî de dest pê kirine berdewam dikin û nirxê mîrata zimanî ya ku wan li pey xwe hiştiye tê parastin û binirxkirin”.

Ji aliyê xwe ve, Heysem Hisên, endamê jurîyê û Birêvebirê Giştî yê Weşanên Ramînayê, got: “Em kêfxweş in ku Xelata Çolbirr di gera xwe ya duyem de ji bo Ferîd Xelîl tê dayîn, wekî binirxkirina xebatên wî di warên ziman, werger û ragihandinê de. Bi derbasbûna xelatê ji gera yekem ber bi gera duyem ve, em hêvî dikin ku ew wekî çalakîyeke çandî ya salane xurt bibe, ku ronahiyê bixe ser hewldanên nifşê nû û mîrata pêşengan bi xebata zimanî û çandî ya îro ve girêbide”.

Ferîd Xelîl jî şanazîya xwe ji bo xelatwergirtinê anî ziman û got: “Ez bi vê xelatdayînê serbilind û şanaz im û wê wekî binirxkirina nifşek nivîser û wergêrên ciwan dibînim ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê me yê Kurdî dixebitin. Xelat navê kesayetekî hildigire ku di xizmeta vê zimanî de şopeke diyar hiştiye. Lewma ez bi dilgermî spasîya malbata gorbihuşt Çolbirr dikim ji bo piştgirî û vîna wan a berdewamkirina vê mîratê, herwisa spasîya Weşanên Ramînayê dikim ji bo xebatên wan di xizmet û danasîna çanda Kurdî de. Ez hêvî dikim ku li gorî hêvîyan bim û xebata xwe di xizmeta ziman û çanda me de bidomînim”.

Li bara xelatê 

“Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” her sal di 20ê Îlonê de, di roja salvegera koça dawî ya zimanzanê Kurd Bilal Hesen (Çolbirr) de tê dayîn. Xelat ji bo kesayetek ji nifşê ciwan ê Kurdên Sûrîyayê tê veqetandin ku bi taybetî li Sûrîyayê dimîne û di warê zimanê Kurdî de, bi rêya lêkolînên zimannasî, ferhengnivîsî, lêkolînên kelepûrî an wergerê dixebite.

Nirxê xelatê 1,000 dolarê Amerîkî ye. Herwisa Weşanên Ramînayê pabend e ku berhemeke nû ya xelatwergirtî di warê ziman, ferheng an kelepûrê de çap û belav bike, ji bo piştgirîdayîna hewldanên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî û xurtkirina hebûna wê di pêvajoya çandî ya hemdem de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…