Hişyarê Emerê Le,ilê
Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me d,jenê
Dibê buhar û zozan
Xunava ser kulîlka
Tu qet nayî pesindan
Evîna me bû dîrok
Wek Zîn û Memê alan
Lê vîna me hêztire
Bi hest û vîn û raman
Pêlê awaz û vîne
Geşdibin hest û giyan
Tîrên te ez levdidin
Di dil de dibê seyran
Em di xwena vê jînê
Diçin çiya û zozan
Di dîroka cîhanê
Evîna me tê nîşan
Çi evînek bi coşe
Tête der ji êş û jan
Bûye vînek dîrokî
Pîrozî tê wesfedan
Zîn û Memê ma çine
Bi wan re nayên pîvan
Ez evînek xwezame
Derdibim ji dil û can
Elmaniya Peine.13/3/2022.
=========
DÎWANA 4
Şeva tewafê