Silêman Bavê Sîpan
Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê
Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye
Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem
Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih
Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e
Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên dayikan e
Ezim ji warê stêrk û heyv
Xwedî rûmet,xwedî peyv
Rêka min ronî û geş e
Paşeroja min,çi xweş e
Ez rûpelek, ji her çîrok
Min nivîsand ev dîrok
Wekî pêt û agirê geş im
Di tariyê de,ez dimeş im
Dilê min deryaya kûr e
Ronahiya welatê dûr e
Wekî Zagros û Toros im
Xwedî hêzim,xwedî soz im
Kurdim ez, Kurd dimînim
Bi zimanê xwe dixwînim
12.09.2026, Linz