Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi serkeftin bi dawî  hat.

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî  hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û Emerîkayê  bi rêya Zoomê beşdar bûn. Gelek mijar û karên pêwîst li gorî pirogram û mercên komîta birêvebir a kongir  bi zelalî birêve çûn ku ji çar endaman pêk hatibû bi serokatiya  hêja Necah Hovik û birêz :Idrîs Omer , Xweşnav Silêman û Serhan Isa bû.

Hêja Rojên Kedo bi serfirazî qûnaxa yekem ji kongir birêve bir.

 Mijarên têkildarê rêbaza hudirî bend bi bend ,movik û şaxê girêdayî pêve  hatin gengeşekirin û ligorî dengdanê hatin erêkirin.

  Komîta cîbicîkar yan jî desteya bilind ji 9 endaman bû 17 endam ew jî di riya hilbjartinê de hatin nîşankirin ku temenê wan î endametiyê di yekîtiyê de divabû ne kêmî 5 salan be we ku di kongir de hat erêkirin.

Serokê yekîtiyê tevlî dû cîgirên xwe wek ku kongir erê kir wê ji desteya bilind di yekemîn civat de bêne helbijartin.

Konkir bi gotobêjin xwe yên xiru zelal bala û bilind  û bi têkiliyên biratî di navbera beşdaran hat naskirin, ku em hemî wek yek malbatê beşdarî kongir bûbûn.

 Darxistina kongirê sêyemîn gaveke girîng e di pêvajoya Yekîtiyê de ku emê hewil bidin kar û barê xwe bi rengekî nû xweş û hesan  mil bi mil bi nivîskar û rojnamevanên xwe re parve bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…