Şivan Elwan
Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din jî ji dûr ve bi rêya Zoomê ji bajar û welatên cuda beşdarî kongirê bûn Ji Qamişlo, Hewlêr, Kenda, Norwêc, Emêrka, Swêd û deverên din ku deng û nêrînên endaman di vê civîna girîng de hatin bihîstin.
ev kongir ne tenê civînek rêveberî bû lê di heman demê de nîşaneya berdewamî û yekîtî û berpirsiyariya nivîskar û rojnamevanên Kurd bû Beşdarbûna endaman ji deverên cuda nîşan da ku erkê parastin û pêşxistina ziman û çand û nasname û rojnamevaniya Kurdî ji sînorên kurdistanê wêdetire.
di kongirê de li ser rewşa Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û pêşxistina kar û xebat û xurtkirina rêxistina Yekîtiyê hat axaftin û nîqaşên berfireh hatin kirin her wiha girîngiya azadiya mafê Nivîskar û Rojnamevanan û parastina nirxên neteweyî û çandî hatin destnîşankirin.
erê Kongirê Sêyemîn peyamek zelal dide dengê nivîskar û rojnamevanê Kurd ji Qamişlo heta Hewlêrê û ji Swêd û Norwêcê heta Emêrkayê û ji welatên Ewropayê heta deverên din jixwe hevpeyvîn û hevkarî û kar û çalakî dikarin hêza gotinê û nivîsê xurttir bikin.
bi hêvî û baweriya ku ev kongir dê destpêka qonaxeke nû ya kar û çalakiyên Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê be em hemû beşdaran û endamên Yekîtiyê ji bo vê gava girîng pîroz dikin.
Bijî Nivîskarên Kurd
Bijî Azadiya ragihandinê
Bijî Ziman û çanda Kurdî
Bijî Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.