Fewaz EBDÊ
Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî ku hîn jî sax e û tiştek nedît, ji ber wê yekê serê xwe ber bi asîman ve bilind kir û bi hêrs got:
“Nizanim me çi ji Xwedê kirye … ku nahêle em ta xewnên xweş jê bibînin!”
Ba wek destê kalemêrekî ku li milê sêwîyekî bitiptipîne, di ser re derbas bû. Li asoyê nihêrî, lingê xwe li erdê da û got:
“Ma Ku Xwedê hinek mal dabana min… wê ji tûrikê wî kêm biba!”
Di wê gavê de, tiştek nediyar qewimî.
Wî hest kir ku guhê wî bi tundî tê kişandin, mîna ku destek nedîtî ew girtibe. Bi tirs li xwe zivirî, dît ku Xwedê li pişt wî rawestiyaye – ne ronahî, ne sindirûk, û ne ew sawa ku dihat qilkirin – lê kesayetiyeke sade ku dişibe kalekî gundî, awireke tûj ji çavên wî dibariya. Xwedê guhê wî kişand û got:
“Ka bêje min… te çi tiştekî baş kiriyî ta ku tu xewnên xweş bibînî?”
Rûto matmayî ma. Hewl da ku destê Xwedê ji guhê xwe dûrke, lê tiliyên wî wek kelbetan guh girtibûn. Xwedê bi dengekî wek bavê hêrsbûyî berdewam kir:
“A din… te kengî wek xeynî xwe kar kiriye ta Ku tu mal dixwazî? Ku xurcika min di ser re biherike jî… wekî tu bêkarî tu çav li yek qurûşî nakevî!”
Rûto şerm kir, lê nikarîbû bêdeng bimîne. Serê xwe rakir û got:
“Ma ku Te miletê me jî kiriba mîna miletên din, wê çi ji te kêm biba?! Em bi vî miletê nezan re ketinê!”
Xwedê serê xwe hejand, mîna ku ev gotin hezar carî bihîstibe:
“Ma miletê we çi mîna miletên din kiriye ta ku we jî bikim weke wan? Hûn guh nadin jîr û zanayên xwe, û Doqo û Mûsa Xezê didin pêş… Hûn hezar eyb û kêmaniyan ji Şivan Perwer derdixin… û serê xwe bi Brahîm Tatlîs bilind dikin!! Ji ber ku di ferehiyê de stiranek bi zimanê we got!!
Şingal çû, nîvê we dîlan kirin. Kobanê wêran bû, nîvê we dîlan kirin. Kerkûk hat firotin, nîvê we dîlan kirin. Efrîn di navbera man û nemanê de ye, nîvê we dîlanê dikin. Niha jî nîvê we milên hev girtine li bende ku Qamişlo jî here û dîlana xwe lidarxin!”
Xwedê guhê wî berda. Rûto bi hinek azadî hest kir. Li Xwedê, li erdê, paşre li çantê xwe yê vala nihêrî. Û bi dengek şikestî got:
“Naxwe tu ti tiştî nadî min!! hema hêviyeke biçûk bide min!”
Xwedê dîsa guhê wî girt û şidand ta ku hindik mabû tiliyên wî guh qul kiriba, û bi hêrs got:
“Ez bi izzet û celaleta xwe kim… ez karim bang melkemot bikim… ku bi yek gurzî te di bin hev qat erd de bibe… û tu ji wir bi zikişkê vegere… Ez careke din te nebînim ha… Here di gazinên xwe de bifetise… Here.”