Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêje û ramana Siûdî bo zimanê kurdî veguhezîne û hebûna çanda Siûdî di nav xwînerên kurd-ziman de bihêz bike, hate pêkanîn.
Ev pirtûk yek ji berhemên fikrî yên herî navdar ên Dr. Se’ed El-Baze’î tê hesibandin; ew yek ji navên berbiçav e di warê rexneya edebî û lêkolînên çandî de li Erebistana Siûdî. Nivîskar di pirtûkê de xwendineke rexnegirî ya bandora pêkhateya Cihû di pêkhatina şaristanîya Rojava de pêşkêş dike. Ew bi şopandina hebûna vê pêkhateyê di ramana felsefî, wêje, huner û çandê de, û bi pêbawerîya li ser çavkanî û referansên dîrokî û çandî yên Rojavayî û Erebî, hewl dide dîtineke zanistî pêşkêş bike ku ji pêşdarazîyan dûr be û li ser analîz, berawirdkirin û xwendina nivîsan were avakirin.
Pirtûk têkilîya dîrokî û çandî ya navbera mîrasa Cihû û ya Rojavayî vedikole û nîşan dide ka çawa danûstendinên fikrî, olî û siyasî di navbera van her du mîrasan de, di dirêjahiya gellek sedsalan de, beşdarî çêbûna gellek têgeh û rêgezên ku bandor li çanda rojavayî ya nûjen kirine, bûne. Nivîskar van mijaran bi nêrînek rexnegirî dibîne û ji nimûneyên wêje û ramana Ewropî û Amerîkî sûd werdigire. Herweha eleqeyeke taybet bi şert û mercên dîrokî yên ku van guherînan afirandine re heye. Ev taybetmendî bûye sedem ku pirtûk di nav lêkolînên erebî yên demkî de ku bi guftûgoya navbera çandan re têkildr in, cihê xwe bistîne.
Dr. Se’ed El-Baze’î bi beşdarîyên xwe yên fireh di warên rexneya wêjeyî, wjeya berawirdî, werger û lêkolînên çandî de tê nasîn. Wî gellek postên akademîk û çandî girtine û gellek pirtûk û lêkolîn weşandine ku li gellek zanîngehên erebî tên xwendin. Herweha wî gellek berhemên wêjeyî û fikrî ji zimanê îngilîzî bo erebî wergerandine. Wî ji bo beşdarîyên xwe di qada çandî û rexnegirî de gellek xelat û rûmetkirin jî wergirtine.
Wergera kurdî ya vê pirtûkê di çarçoveya hewldaneke ku dixwaze lêkolînên fikrî yên Siûdî, li gel berhemên afirînerî, bigihîne xwendevanê kurd tê. Ev yek cihêrengîya hilberîna çandî ya li Padîşahîyê nîşan dide. Proje şeş sernavan di warên roman, çîrok û lêkolînên fikrî de digire nav xwe, li gel planeke ku weşandin, belavkirin, beşdarbûna di pêşangehên pirtûkan de û gihandina berheman bo zanîngeh, pirtûkxane û sazîyên çandî yên herêmê û Ewropayê di nav xwe de digire.
Wergera «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» zêdekirineke taybet e bo pirtûkxaneya kurdî, ji ber ku pirtûk mijarên ku bi dîroka ramanan û têkilîyên çandî yên navbera şaristanîyan re girêdayî ne vedikole. Her weha derfetê dide lêkolîner û xwîneran ku bi yek ji berhemên herî navdar ên Siûdî di warê lêkolînên çandî de nas bibin, û bi rêya wergerê hebûna ramana Siûdî di qada zanistî û çandî ya nû de bihêz bike.