Rûxwaş û Siyamend  ( Kurteçîrok)

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê  gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

 Lê hîn ji berê  de herdem Siyamend bi diya xwe re digot;Dayê!Ez dotmama xwe Şêrînê nabim,hevaleke min mamoste heye,em bi hev re baş didin û distînin,çavên min li wê ye,ez pir bawer dikim ku ewa jî vê rastiyê zane,lê xûyabû dayika Siyamend xwedî hişeke vekirî bû,ewê yekser gote lawê xwe:Ez û bavê te jî dilketiyên hev bûn,me şêweya zewaca kevneşopî li pişt xwe hêlan,erê kurê min,tu tenê rastiyê bêje min û bavê xwe.Dem hindik derbaz dibe,ew bi sanahî û bêastengî zemawenda xwe li xwaringeha Basutê li dardixînin.

Rewşa darayî ya Siyamend û Rûxwaşê ji roja rojê de ne baş bû,erê herdu jî mamostên dibistanên seretayî bûn,lê gêrfanên wan di nîvî mehê de vala dibûn, şevekî mêrik kar dikir û jin li malê li ber zarokên xwe dima û şevekê jin dixebitî û bavê herdu zarokan li mal dima û bi vî rengî herduyan karên xwe bi rûmet û serbilindî û bêserêşî berdewam dikirin.,lê şalyariya perwerdeyî jî li Şamê ji ber xwe ve bicarekê şerm nedikir.!!!

Carekê yekek ji hevalên Rûxwaşê li dibistanê bi wê re gotibû:Em di Îna têperbûyî de li xwaringeha Meydankê bûn,mêrê min di roja dayikbûna min de;li ber bendava ciwan û li ber straneke Kurmancî xweş ez bi gustîlkeke zêrîn xelat kirim,erê mêriko!Ev agahiya herdem mîna zengilekê di guhê min de lêdikeve.

Rûxwaş bi şermî ji hevserê xwe dipirse,gelo tu jî carekê min nabî xwaringeha bendava Meydankê?Ez jî dixwazim di  rojekê de ji hevalên xwe re bêjim:Mêrê min ez vexwandim xwaringehek pir xwaşik,ez jî dixwazim xwe hinekî mîna Mizgînê û Mêremê bibînim,weleh van ez teqandim,tu zanî Siyamend min bendava Meydankê û xwaringehên wir nedîtine,bi Xweda vê Mizgînê û vê Mêremê ez sergêjî kirime,ez pir caran bendava Meydankê di xewnê de jî dibînim.

Siyamend:Baş e,Baş e Rûxwaşa min! Weleh ezê jî te bibim wir û te bibim Basutê jî û emê ji xwe re wênyên xweşik jî bikşînin,tu tenê hinekî bêhna xwe li min  fereh bike!

Ezê ji vir û pêda,di rojê de tenê pakêtekê vexwim, min berê  di mehê de pirtûkek dikirî,ezê ji vir pêda  pirtûkan nakirim û min carnan  fêkî û mêwe ji bo mîvanan dikirîn,lê ezê vê camêriyê jî piştguh bikim,tenê ezê lêçûna xwaringehê ji te re bicivînim û veşêrim,belkî ez kanibim salê carekê yan du caran te vexwînim,bila tu jî mîna Mizgînê û Nesrînê kanibî li pêş hevalên   xwe,xwe venî.

Ma ne wisa ye canê min!Bi Xweda van herdu hevalên te yên pozbilind û bêhiş ez li hember xwe teqandime .

Rûxwaşê got:Erê!Erê! Xweda te ji min re bihêle delalê min!

Bi Xweda eger tu carekê min  bibî Basutê,ezê ji wan re  bêjim,ez heft caran çûme wir,bila ew jî li hember min biteqin.

Bi vî rengî,îro û siba sê mehên tisî derbazbûn,Buharê jî xatirê xwe ji nişteciyên xwe xwast,lê dilê Rûxwaşê di sîngê wê de semayê dike,qîreta wê di karên malê de bilindtir dibe,êvaran zarokên xwe fêr dike,di sibehan de qehwê ji mêrê xwe re amede dike û di ber qehwevexwarinê re vê gotinê mîna zengilekê di guhên mêrê xwe de lêdixe(hindik maye em herin ser kaniya Basutê !),emê li rex kaniyê rûnin,ezê jî di roja din de xwe li pêş hevalên xwe venim û rabim û rûnim û bêjim Basutê!,Basutê !

Siyamend:Tu xeman nexe Rûxwaşa min!Emê di vê Şemiyê duhatî  de herin Basutê,ez jî ji Basutê hez dikim,bîreweriyên min li wir hene.

Rûxwaş:Baş e! Baş e! Mala Xweda ava be canê min!

Lê di sibeha Pêncşemê de xortekî li zengila malê xist û yekser (kerta vexwandina zemawenda kurê mamostekî) radestî Rûxwaşê kir,Rûxwaş zer bû,hişîn bû û bi destê cirifî di ber xwe de peyivî û gotinên nexwş bi dengê bilind kirin,yekser Serbest ji dayika xwe pirsî,dayê çi bû?

Kurê min!Ev bûye çend meh,em peran dighînin hev,bavê te soz daye min  ku min û we bibe xweringeha Basutê,lê ez pir ditrisîm ku bavê te dîsan sozê  xwe nehûne cih û  ew perên ku me bi çekuzî gihandin hev, dîsan bavê  te  wan bike xelat û daxwaza min û we ve  beravêtî bibe,weleh lawê min,ez nema bi ya bavê te dikim,em ji ber van xelatan,pir caran nikanin şîvek xweş ji we re bikin,em nikanin di cejnan de celûbergên nûh û xweşik ji we re bikin diyarî,weleh ez vê carê bi bavê te re naçim vê zemawendê.

Di pêncşemê de,êvarê Siyamend bi jina xwe re got:Serdilka min!

Te dît çiqas em ne bextewar in!Em dîsan neçar in herin zemawenda kurê vî teresî,lê tu zanî çi,ez wî baş nasnakim,me di Newroza derbazbûyê de li  Endarê hevdu bi rêya hevalekî naskir,weleh ew şerm nake!Lê em çi bikini?

Bi Xweda pir ji me re şerm e ku em nerin zemawenda lawê wî .

Rûxwaş: Na weleh,ew şerm nake,em nikanin herdem  xwe bikin yexsîrê hin polperst û keysebazan,em nikanin berîkên xwe vala bikin û berîkên xelkê tijî pere bikin,na!Na! Ev ne hişmendî ye! Bese ji te û ji wan re!!! Ez nema bi te re derim zemawendan!Bila hêdî milet şerm bike û modê xelatkirinê jî mîna xwerinên ser miriyan li navçeya me rabe,bes e!

Yanê;mêriko! Bi Xweda eger ev perên me bi dijwarî gihandine hev,te ew berî cejna Newrozê diyarî pêşkêşî çend zarokên gundê me bikira  û ewan ji xwe re cilûbergên Kurdî nûh kirîbûna,belkî dîsan min çavên xwe damrandina,lê tim û tim tu  peran ji gêrfanên me yên  biçûk û teng  derdixînî û wan dikî berîkên mezin û fereh, ma gelo ev çi dadmendî ye !!  

Bi serê Xweda ji bo xatirên van adetên kevneşopî em  nikanin kincên baş ji zarokên xwe re bikirin,em nikanin şîvek xweş bixwin,em nikanin seyranekê li Basutê yan Meydankê bikin!Çiye ev??Na!Ya ez û ya xelatdayîn! Na! Ez narim,ez narim!!!Bavê we çi dike bila bike! Erê dayê!Erê dayê! Em jî bi te re ne.

Efrîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…

EBDILBAQȊ ELȊ

Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera…

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...