Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.
Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên Wêjeyî û Çandî).
ـ Dosyayên jimara duyem:
– Nasnameya Kurdî Li Sûriyê: Ji Inkarkirinê Ber Bi Hebûnê Ve
(Bandora mersûma 13an û peymana entegrasyonê li ser nasname, çand û zimanê kurdî li Sûriyê)
– Qamişlo/Qamişlî/Zalîn.. Çîroka Sed Salî – 2-Taxên Rojavayî
-Heya dawiya Gulana 2026, em nivîsan werdigirin.
– Email: soryaz2025@gmail.com
Whatsapp: 00963994712053
Desteya sernivîseriyê ya Kovara Soryaz