Fewaz Ebdê
- Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
- Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!
Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye
Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan di nav xwe de û bi dizîka digotin, lê weke her tiştê bi vî hawî zû û nedereng belav bû ta ku Lalo bi xwe jî bi aramî û dilferehî wergirt. Çikû hê ew biçûk bû, zimanê wî tîp digirtin, dûbare û sêbare dikirin ta ew berdidan.
Li malê ba, li nav hevalan ba, ku nakokî di navbera keç û xortan, yan jin û mêran de diqewimî wî yekser pişta jinê digirt û maf didayê ku ne tenê weke mêr be, lêbelê şerme ku ji doza mafê xwe bê xwarê!
Hêdî hêdî navê wî bi piştgiriya mafê jinê belav dibû, ta ku bû mîna Xutbebêjê Înê li mizgeftê; li çi civatê rûnişta wê bi germî dest bi mijara xwe bikira û bigota:
(Divê jin xurt û bi hêz be. Nabe serê xwe ji ti kesî re daxîne!)
Ta carê di ahengan de jî mikrefon digirt û bi dengekî bilind û jixwebawer gotinên xwe di derbarê jinê de digotin, û li aliyê ku jin lê pirr bana dinêrî û digot:
(Çavgirtî nemîne! Çavê xwe veke û xweş li derdora xwe binêre! Tu bi çî xwe kêmî mêrî? Meyzeke bê çiqasî aso fereh in!).
Bi vî hawî, roj bi roj heyranên wî zêde dibûn, û bi taybetî di nav jinan de. Ta bû siwarê hespa sipî ku dihat xewna pirraniya keçan, û her yekê dixwest ku sibe mêrê ku bike ne kêmî Lalo be, ta ku weke wî lal be jî, nexem e.
Lalo bû lêvegerek ji çi jina ku çi di nav wê û mêrê wê de biqewimin, di nav yar û evîndarê wê de û wî jî bi quretî çare ji wan re didîtin; ew çareyên ku piraniya wan bi berdan û devjêberdanê bidawî dibûn!
Tevî wilo jî Lalo bibû mînak ji mêrê zana û di civakê de xuya. Hema ku gotinek ji devê yekî derketa û ne li bayê serê jinê ba, ji mêrê xwe re digot: (Mala minê, ji min re Lalo ye!!)
Di nav dost û hevalan de belav bû ku hezkirin di nabêna Lalo û keçekê de çêbûye. Dema hat pirskirin: Kî ye ev keça ku jê hezkiriye? Yekî bi henekî got: Lalê ye. Pirqîn bi tevan ket û navê Lalê û Lalo bi evîndarî deng dan. keçan xweziya xwe bi Lalê anîn, xweziya xwe bi jiyana buhişt a ku ketiyê û bi Lalo re bidomîne anîn.
Lalê baweriya xwe bi gotinên wî anî. Wê cureyeke cuda ji mêran di wî de didît; ev mêrê ku natirse bêje: “Divê jin bihêz û azad bin, divê karibin bi cîhanê re rû bi rû bimînin.” Xewna wê bû ku wê Lalo deriyên ku ji demeke dirêj ve girtî li ber wê veke.
Lê her ku evîna wan kûr dibû, ew bi ser tiştin veşartî di kesayetiya Lalo de vedibû; ta ku wê nas kir ew azadiya ku Lalo pêşniyar dike netemam e. Wî dixwest ku jin li ber her kesî bihêz be, ji bilî wî, li ber wî qels be; di qada giştî de azad be, lê li malê girtî be; devê xwe tenê bi destûra wî veke an bigire, mîna ku ew azadiya wî daye cîhanê negihîştiye ber deriyê dilê wî.
Keçikê hin bi hin hest kir ku Lalo ne tenê bi zimanê xwe lal e, lêbelê bi ramana xwe jî. Her kêlîk wê didît çawa ew siloganên ku ji wan hez dikir, çawa dibin zincîr û li destê wê digerin. Erê derdorê ew ne didîtin, lê ew ji hinavan ve disotin. Ji can dihat bişaftin.
Di roja jinê ya cîhanî de, mîna hercar, Lalo hilkişiya ser dikê, mikrefon hilgirt û bi dengekî qubbe gotinên felsefî li ser mafên jinê li pey hev rêz kirin. Beşdaran bi germî li çepikan dan. Dengê kenê wan li pêşiya çepikan dixist. Devê wan vekirî bûn, teyê bigota herdû guh têra wan nakin, ew dixwazin bi devê xwe jî guhdarî bikin. Hevjîna wî; ew keça ku rojekê jê hez kir, û li ber awaza van gotinan bi eşq dixiliya, nema karîbû guhdarî bike, her gotinek dibû çakûçek li nîvê serê wê diket. Hew xwe girt, bezî ser dikê, beşdaran bi yek dengî gotin: (Lalê! Lalê!), lê wê li wan venegerand, xwe avête maykê ji destê Lalo revand û bi dengekî bilind got:
“Ez ne Lalê me. Lalê li ber çemê derewan çû. Ez Viyan im. Ne şerefeke ji min re ku ez bi vî durûyî re bijîm! Ev polîsê ku kirasê parêzerê mafê jinê li xwe kiriye. Azadî nayê parçekirin Lalo! Yan azadî ye, yan ne azadî ye; ew tiştekî dî ye, yan jî heye ku netiştek be”.
Dîmen sar ma. Çepik winda bûn. Gasîna ahengê bû bêdengîya goristanekê. Lalo ket hev, nema zane çi bibêje, yan çi bike. Di cihê xwe de sar ma. Lê ew azadiya ku li koçk û gasînan difirot, nema buha tîne. Bi gotina jinekê re hat xwarê, dema ku xwest rastiyê eşkere bike.