Hilbijartinên 2025an û Lîsteya 275an

Konê Reş

  Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye..  Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe li dor lîsteya 275an bidin hev û bisekinin xewna Hejar, Sebeî Botanî, Cegerxwîn, Nalî, Hacî Qadirê Koyî, Salihê Yûsrî pêk tînin.. Ev lîsteya ku xwediyên wê ji berî 100 salî ve di berxwedanê de ne.. Ji sala 1961ê ve tivinga Berno sembola wa ye… Ji 30 salî ve di têkoşîn û bizava amadekirina kadroyên dewleta Kurdî de dixebitin.. Tevî zehmetiyên siyaseta Rojhilata Navîn û neyartiya dewletên ji çarhawêr ve.. 

  Lîsteya 275an ne tenê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ya tev kurda ye.. ya tev kurdên Kurdistanê ye.. Ev partiya ku navê wê û Barzanî bi hev re hatine hunandin.. Anku ya wan kurdên ku Barzanî xewn û xeya wa ye.. Çi li Başûr bin, Bakur, Rojhilat û Rojava bin..

  Di baweriya min de hêza cemawerên kolanên Kurdistanê ji hêza partiyên ku li pêşberî (PDK) dibin kelem mezintir e.. A din, li gor rewşa herêma Kurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve şerê wê dikin, nexasim piştî 100 salî ji peymana (Sykes Picotê/ 1916), pêwîste em tev dengê xwe, tevî dengê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serok Barzanî bikin.. Di baweriya min de desthilatdariya Barzaniyan ji Kurdistanê re, qedera Kurda ye.. 

  Barzaniyên ku di nav dewletên dinyayê de, bi hewildanên xwe ji bo avakirina dewleteke Kurdî a demokrat hatine naskirin.. Barzaniyên ku ji sed salî ve, ji bav û kalê xwe ve li vê yekê geryane û xwe ji paş nedane alî.. Barzaniyên, ku dinya û alem serwextî çîroka perîşaniya gelê kurd û Kurdistanê kirine, ta pileyekê ku navê Kurdistanê û Barzaniyan bi hev re hatine hunandin.. Barzaniyên ku pirraniya xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê wan sûnd dixwin.. Barzaniyên ku ne heyranê serokatiya herêma Kurdistanê ne wek ku heyranê serxwebûn û azadiya Kurdistanê ne.. Barzaniyên ku hîn (Nîna), temam nekirine, em doza (Tirnîna), li wan dikin..?!

  Di vê rewşa hestyar de, eger em lîsteyan ji lîsteya 275an (PDK) çêtir û duristir bibînin, fermo şanî me bidin..!  Cihê daxê ye ku hîn Kurdistan bi şîr venebûye, em doza demokrasiya Swêsrastanê lê dikin! Bi hêvî me ku êdî nema kes karibe bi Kewên Kurdistanê nêçîra Kewan bike..! Û ev ewrê reş, yê ku roja îro, di asmanê Kurdistanê de xuya dike, bê zerer biferike..

  Ezbenî! Hêj em nebûne dewlet û neyarên me bi tundî şerê hebûna me dikin.. Bela partiyên me yên dijî hev, baş zanbin ku șerê wan dijî hev, şerê dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.. 

Qamişlo, 28.10.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…